NY: Maliyeta hilweşîna li Sûriyeyê bi giştî 400 milyar dolar e

  • 12:07 12 Tebax 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, di şerê heft salan de xisarek ji 400 milyar dolarî li Sûriyeyê bûye.
 
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di şerê 7 salan de li Sûriyeyê 400 hezar kes mirine, pênc milyon kes koçber bûne û bi 400  milyar dolarî zerara aborî li Sûriyeyê bûye.
 
Zerara li rê, binesazî, avahî û saziyên din bûne, 120 milyar dolar e. Li gorî daneyên komîsyonê, ji ber kêmbûna hilberînê, 268 milyar dolar xisar li Hatineya Navxweyî ya Sûriyeyê bûye û bi gişt zerara aborî ku li Sûriyeyê bûye digihîje 400 mîlyar dolarî.
 
Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê li Sûriyeyê heta niha 400 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, nîvê nifûsa Sûriyeyê ku 22 milyon e neçar mane malên xwe biterikînin û herî kêm pênc milyon Sûriyeyî jî neçar mane koçî welatên din bikin.