Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 347'an

  • 11:53 9 Tebax 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di erdheja li Girava Lombokê ya bi pileya 7 de jiyana xwe ji dest dan derket 347'an.
 
Li Girava Lombokê ya li rojavayê Endonezyayê bi pileya 7 erdhej pêk hat. Di encma erdheja ku pêk hat de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 347 kesî.  Berdevkê Ajansa Rêveberiya Karasetên Neteweyî (BNPB)  Sutopo Purwo Nugroho diyar kir ku di erdhejê de 477 kes jî birîndar bûne û bi giştî ji herêmê 156 kes jî veguhestine herêmên bi ewle.
 
Her wiha li Giravên Gîlî yên cîranên Lombok jî hat diyar kirin ku bi sedan kes ji bo bi botan bên girtin li peravê bendemayîna xwe berdewam dikin.