Jina ku serîgirtina mecbûrî protesto kir du sal ceza lê hat birîn

  • 10:32 8 Adar 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Jineke ku li Îranê serîgirtina mecbûrî protesto kir bi hinceta 'gel teşwîqî jirêderxistinê dike' 2 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Jineke ku li Îranê serîgirtina mecbûrî protesto kir 2 sal ceza lê hat birîn. Li gor sîteya nûçeyan a Entekhabê Serdozgerê Tehranê Abbas Caferî yê ku ji rojnamegeran re axivî navê jina ku ceza lê hat birîn eşkere nekir. Abbas jina ku serîgirtina mecbûrî protesto kir bi hinceta ku 'gel teşwîqî jirêderxistinê dike' sûcdar kir. 
 
Bertekên gelê Îranê yên ku ji ber nebaşbûna aboriyê dest pê kiribû wergeriyabû bertekên li dijî rejîmê. Di wê serdemê de Vida Movahed li dijî serîgirtina mecbûrî li Kuçeya Enghelab a Tehranê laçika xwe ji serê xwe derxistibû, bi darekî girê dabû û bi vî awayî serîgirtina mecbûrî protesto kiribû.  
 
Piştî vê protestoya Vidayê li Îranê jinên din jî li Kolana Tehranê çalakiyên bi vî rengî li dar xistibûn.