Fîlma 'Berbû' têkoşîn û pêşengtiya jinên Serêkaniyê vedibêje

  • 09:04 12 Îlon 2020
  • Çand û Huner
Rojda Seyidxan 
 
QAMIŞLO - Derhêner Safînaz Evdikê bi navê "Berbû" fîlmek li ser serpêhatiyên Serêkaniyê dikêşîne û di fîlmê de çîroka jinan vedibêje. Safînaz, diyar kir ku jin kedeke ber bi çav di hemû qadên têkoşîn û jiyanê de daye û got: "Min jî xwest ku bi taybetî serpêhatiyên jinan di fîlmê de bînim ziman û rastiya li vir hatî jiyîn ji cîhanê re ragihînim." 
 
Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re beşa sînemayê jî êdî pêş dikeve. Sînemegerên kurd dixwazin êş û têkoşîna ku li herêmê bi fîlmên xwe bînin ziman û ji cîhanê re vebêjin. Çawa jin di Şoreşa Rojava de pêşeng bûn dixwazin di qada sînemayê de jî pêşengiyê bikin û hest û ramanên jinên rojavayê Kurdistanê bînin ziman. Bi taybetî li vir rol û misyona derhênerên jin bêtir derdikeve pêş. 
 
Derhênera bi navê Safînaz Evdikê niha hewl dide ku serpêhatî û têkoşîna jinên rojavayê Kurdistanê bi fîlman bîne ziman. Safînaz, bi fîlmên xwe armanc dike ku şer, talan, koçberî, kuştin, ligel vê jî qehremanî û têkoşîna jinan ji raya giştî re ragihîne. Fîlma wê ya yekem "Mal" bû û li ser jiyana jin û zarokan hatibû keşandin. Ev fîlm gelek bal kişandibû ser xwe. 
 
Derhêner Safînaz niha jî li ser projeya fîlma "Berbû" dixebite. Bi wê fîlmê dixwaze şerê Serêkaniyê û koçberiya li vir bîne ziman. Safînaz 7 mehan li ser senaryoyê xebitî û piştre jî xwest dest bi kêşandina fîlmê bike lê belê ji ber êriş û vîrûsa koronayê karê xwe rawestand. Lê niha carek din dest bi keşandina fîlmê kir. Derhêner û Endama Komîna Fîlm a Rojava Safînaz Safînaz ji ajansa me re behsa fîlm û xwebatên xwe kir. 
 
'Em dixwazin rastiyê bighenîn cîhanê'
 
Safînaz li ser armanca çêkirina filmê nêrînê xwe wiha anî ziman: "Çîrokên ku di civaka Serêkaniyê de hatine jiyîn û serpêhatiyên ku di encamê şerê hovane de derketine pêş bi şêwayekî civakî em tînin ziman. Di heman demê de em dixwazin van çîrokan bighênin tevahî cîhanê. Şerê ku li vir pêk hatî, êrîşên ku hovanê li vir pêk hatî û her wiha qehremaniya ku li vir pêş ketî em dixwazin bi civakê re parvekin. Fîlm li ser çîrokên malbata ne. Di fîlmê de girêdana mirov bi axê re bêtir li pêş e. Ev fîlm qala xeyalên vegera li ser axê, lêyistokên zaroka di kolanan de, xweşikbûna bajêr û jiyana li vir dike. Li aliyek têkoşîna li hember dagirkeriyê û aliyê din jî vegera jiyana aram di fîlmê de heye. Em dixwazin ev film bala her mirovekî bikişîne."
 
'Fîlm zêdetir jinê îfade dike'
 
Safînaz bal kişand ser rol û mîsyona jinê ya fîlmê û wiha domand: "Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jin xwedî roleke pêşeng bû. Min xwest ez vê pêşengtiyê di filmê xwe de jî derxim pêş. Di filmê de çîrokên ku min dest girtiye, dîsa jinê îfade dike. Jinê kedeke ber bi çav di hemû qadên têkoşînê de daye û ji bo wê jî para herî zêde ya jinê ye di fîlmê de. Di şer de ya ku parastinê dikir jin bû, ya ku malbatê diparast jî jin bû, ya ku bi koçberiyê re rûbirû mayî dîsa jin bû. Ev hemû wê di filmê de tên pêşkêşkirin."
 
'Fîlm ber bi xilasbûnê ve diçe' 
 
Safînaz bal kişand ser amedakariya fîlmê û wiha bi lêv kir: "Em beşa xwe yê kişandinê ber bi dawî ve dibin. Ji sedî 60 ji film hatiye kişandin, hemû beşên filmê bi dawî bûne tenê beşê koçberiyê maye. Ev jî dê li Dêrikê bê kêşandin ji ber ku hin cihên Dêrikê dişibîn Serêkaniyê. Hinek gundewarên Dêrîkê jî zirar dîtine li vir keşandina fîlmê dê rastiyêk din jî derxe holê. Dê di nava du mehan de wê kişandina filîmê bi dawî bibe. Zehmetiyên girand me derbas kir û niha jî em ber bi berhemên keda xwe ve diçin. Paşê jî em ê li ser deng, reng, muzik û montajê bixebitin. Ji bo filîmekê baş were çêkirin em di nava xebateke mezin de ne. Bi hêviya ku herkes li filma me temaşe bike."
 
'Tevlî mîhrîcanên cîhanî bûn' 
 
Safînaz bal kişand ser girîngiya sînemaya kurdî û pêşkêşkirina wê û wiha dom kir: "Êdî derhêneriya kurd li gelek platform û mîhrîcanên cîhanî tên pêşwazîkirin. Ev yek ji bo me gavên pir girîng in ji bo derxistina rastiya civaka kurd. Sînemaya kurd cihekî xwe yê taybet di sînemaya cîhanî de avakiriye. Beriya niha du derhênerên kurd bi fîlmên xwe di mîhrîcanên cîhanî de cih xwe girtine."
 
'Em dixwazin qehremaniya civakê parve bikin'
 
Safînaz bi wan gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Weke ku çawa Rojavayê Kurdistanê weke qadeke şoreşê hat pênasekirin, em dixwazin û filmên rastiya civaka wê û qehremaniya gelê wê bi tevahî cîhanê re parvebikin. Ez serkeftinê ji vê filîm û ekîba wê re dixwazim. Bi hêviya ku civaka me di aramiyê de bijî."