Serlêdanên ji bo kursên KASED’ê dest pê kirin

  • 09:03 12 Îlon 2020
  • Çand û Huner
AMED - KASED a ku bi dirûşmeya “Bi naverokeke têr û tijî ya dersên hunerî, di xizmeta jin û zarokên hunerhez de ye” dest bi xebatên xwe kir. Serlêdana kursan dest pê kir û mamosteyên KASED'ê gotin: "Kurs dê di çarçoveya tevdîran de bên dayîn. Em dixwazin jinên ciwan berê xwe bidin vir û ji kursên me sûdê bigirin." 
 
KASED (Komeleya Çand û Huner û Wêje ya Jinan) bi dirûşmeya “Bi naverokeke têr û tijî ya dersên hunerî, di xizmeta jin û zarokên hunerhez de ye” dest bi xebatên xwe kir. KASED a ku bi armanca di hêla çand û hunerê de xwe bigihînin jin û zarokan hat vekirin, niha jî serlêdanên qeydên kursên wê hat dest pê kirin. Komele di beşên wek; wêne, def, govend, piyano, keman, flut, tembûr, sêtêl, sêtar, gitar, drama û şanoyê de wê perwerde bê dayîn. Her wiha ji bo zarokên ku di temenê 2 û 5 salî de jî wê perwerde bê dayîn. Di heman demê de zimanê perwerdeyê bi kurdî ye. Derbarê komele û kursan de mamosteyên komeleyê axivin.
 
Mamosteya wêjeyê Salîha Ayatay, diyar kir ku armanca wan di hêla çandê de xwe gihandina jin û zarokan e û got: “Ew demek dirêj e ku em li ser xebatek bi wî awayî difikirin. Ango ji bo ku em wek jin xwe zûtir bigihînin jinan, jinên ku derfetên wan kêm in û nikarin xwe bigihînin karên çand û hunerê. Tevî vê yekê me li navçeya Rezanê cihê xwe vekir û dest bi xebatên xwe kir. Me xwest li vê navçeyê xebatên xwe bimeşînin ji ber ku li vir saziyên çandê tune bû. Her çiqas nêrînên baş hebe jî yên neyînî jî hebûn. Wekî qadekî girtiye û xwe gihandin zehmet bû. Lê me hemû hêlên erenî û neyînî nirxand û ji bo komeleyê armanc û xebatên xwe me danî li  pêşiya xwe. Ji xwe der û dora me hemû malbat in û zarok û ciwan in. Em dixwazin xwe zûtir  bigihînin wan. Her wiha bi taybetî helwesta me ji bo ku berê jinên ciwan bidin vir e.”
 
‘Dersên me di çarçoveya tevdîran de wê bê dayîn’
 
Mamosteya wêneyê Neşe Toprak jî diyar kir ku wan girîngî daye li ser jinên ku derfetên wan kêm in û wiha bilêv kir: “Me pêdiviya vekirina komeleyeke bi wî awayî dît. Ji ber ku heya niha komeleyeke ji bo çand û hunerê de bi taybetî ji bo jinan tune bû. Em ê di beşên wek wêne, şano, muzîk, tembûr û cûr bi cûr beşan de dersên xwe bidin dest pê kirin. Me dixwest çend meh berê vê komeleyê vekin lê mixabin rewşekê awarte derket holê û pêvajoya pandemiyê dest pê kiribû. Lê em ê di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê de dersên xwe wê bidin meşandin.”
 
Neşe wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê di vê komeleyê de xebat û projeyên xwe pêşkêş bikin û bi qasî ku ji destê me hat em ê di hêla çand û hunerê de xwe bigihînin jinan. Ji ber vê yekê em benda malbatên ku zarokên xwe bişînin kursê û her wiha em bi hêvîne ku jin jî dê tevlî kursan bibin."