Remziye Derwêş ji bo pêkanîna xeyalên xwe bê navber dixebite

  • 09:07 9 Îlon 2020
  • Çand û Huner
Berçem Cûdî 
 
KOBANÊ -  Remziye Derwêş a 18 salî ku bi muzîkê re eleqedar dibe  ji bo pêkanîna xeyalên xwe bê navber dixebite. Remziya  got: "Ez dixwazim li gor dilê civaka xwe stranan çêkim û bêjim. Ez hem dixwînim û hem jî bi muzîkê re eleqedar dibim û ez hevsengiyê di nava hemû xebatên xwe de çêdikim." 
 
Yek ji qadê ku herî zêde mirov rengê jinê têde dibîne huner e. Jin bi hunera xwe bedewiyeke dide jiyanê û bi dengbêjiya xwe jî dilê mirovan geş dike. Remziya Derwîş ya 18 salî ji Kobanê jineke ciwan e ku tevî kêmbûna derfetan û xwendina xwe yê dibistanê, xebatê hunerê jî dike. Demên xwe bi gotina stranê û bi lêdana gîtarê derbas dike. Tevî ku stranên kurdî dibêje li kêleka wê jî stranên erebî û biyanî dibêje. Niha jî dest bi hînbûna tembûrê dike. Têkildarî mijarê Remziye Derwêş li ser serpêhatiya xwe ya hunerî ji ajansa me re axivî. 
 
'Min xwest di qada hunerî de xwe pêşbixînim'
 
Remziye di serî de behsa serpêhatiya xwe ya destpêka muzîkê kir û got: "Ji zaroktiya min de dengê min her tim ji derdorê re balkêş dihat, lê min zêde guh û girîngî nedida dengê xwe ji ber ku xeyalên min yên cuda hebûn weke ku ez xwendina xwe bi serxim. Loma min herî zêde dema xwe bi xwendinê re derbas dikir. Piştî şerê Kobanê dîsa ez li hunera xwe vegeriyam û min vê carê berê xwe da Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido. Min li vir perwerdeya deng û amûrên muzikê girt. Ez niha endama Navenda Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn im. Her wiha min cihê xwe di Koma Hevrîn ya mûzikê de girtiye. Her wiha waneyên amûra gîtarê jî didim. Weke Kevana Zêrîn em beşdarî gelek mîhrîcan û şahiyan bûn. Her wiha me plan kiribû ku em derbasî herêma Cizîrê jî bibin, lê ji ber êrîşên dewleta tirk û belavbûna vîrûsa korona, me hemû plansaziyên xwe rawestandin."
 
'Ez hevsengihê di nava hemû xebatê xwe de çêdikim'
 
Remziye, diyar kir ku dê îsal dest bi zanîngehê bike û wiha axivî: "Min hinek zehmetî didîtin ji ber ku hem perwerdeya min a dibistanê hebû, hem jî ez bi muzîkê re eleqedar dibûm. Lê ji ber ku ez ji herdûyan jî hezdikim, li gor wê ez dema xwe bi rêxistin dikim. Beriya belavbûna virûsa koronayê ez serê sibêhê diçûm dibistanê, danê nîvro jî li Kevana Zêrîn bûm û bi şev jî min dixwend. Her wiha roja înî û şemiyê perwerdeyê didim şagirtan. Ez hevsengihê di nava hemû xebatê xwe de çêdikim. Ez hemû reng, cure û bi zimanên cuda mûzik û stranan guhdar dikim, ji ber ku ji her yekê sûdekê werdigrim. Stranên kurdî jî herî zêde yên gelêrî ku di nava civakê de cihê wan yên taybet hene û xwedî nirxin."
 
'Ez ji bo pêkanîna xeyalên xwe bê navber dixebitim'
 
Remziye herî dawiyê xeyalên xwe wiha anî ziman: "Dema mirov êş dibîne ango kêfxweş dibe, dixwaze ku bi hevalan re hestên xwe parve bike. Lê mirov nikare her roj biçe û bê, ji ber ku hestên mirov li gor bûyeran tên guhertin. Loma dema ku ez pêwistiya xwe bi parvekirina hestên xwe dibînim, ez berê xwe didim gîtarê û stranan. Ji bo pêşerojê gelek xeyalên min hene, ez hewil didim ku bighêjim asta nivîsandina stran û awazan da ku albûmên min yên taybet hebin. Heger stranên min balkêşbin, bandora xwe li civakê bikin, helbet wê demê ez ê navdar jî bibim. Loma ji bo min ya girîng ew e ku civak hestên me hez bikin."