Li Mala Çand û Hunerê ya Dîcleyê dest bi perwerdê kir

  • 09:03 6 Îlon 2020
  • Çand û Huner
Medya Uren 
 
AMED - Mala Çand û Hunerê ya Dîclê yê piştî demek dirêj niha carek din dest bi perwerdeye tembûr, wêne kêşî, wêne xêzî, erbane û gitarê dike.
 
Bi şewba vîrûsa koronoyê (Covîd-19)  re yek ji cihên ku neçar mane xebatên xwe bidin rawestandin Mala Çandê Dîclê ye. Piştî demek dirêj mala çandê deriyê xwe ji bo xwendevanan vedike. Atolyeyên tembûr, wênekêşî, wêne xêzî, erebane û gîtarê dan destpêkirin. Nazê Duman têkildarê atolyeyan diyar kir ku ew hemû ewlehiyan ji bo koronoyê girtine û li benda xwendevana ne.
 
‘Xebatên me tucar ranewestiyan’ 
 
Nazê destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser pêvajoya karantînayê û wiha got: “Me pêvajoyek ya karantînayê derbas kir, her çiqasî talukeya şewba koronoyê niha ji berdewam dike. Em neçar man ku atolyeyên xwe bidin rawestandin. Ji ber ku tendirustî ji bo me li pêş e. Lê bele di wê deruniya qeyrana tendirustiyê de dermanê herî bandor jî hunere. Em di vê pêvajoyê de bûn şahide vê yekê. Xebatên me yên komîn çêbûn. Ev yek ji bo gel bûn moral û motîvasyon. Bi taybetî ji di rojên taybet de çiqasî me nekarî em werin gel hev û pîroz bikin jî me bi hunerê re gel anî gel hev. Ev li gorî min serkeftinek mezin bû. Lê di aliyê zoriyan de bi rastî ji em ji bi pirsgirêkan re rûbirû man.”
 
‘Ewlehî di asta jor de tê girtin’
 
Nazê diyar kir ku piştî demekî dirêj dê dest bi xebatên xwe yên atolyeye bikin û wiha axivî: “Wê perwerdeya tembûr, erebane, gitar, wêne kêşî û wêne xêziyê dest pê bikin. Mixabin ji ber ku talukeya şewba koronoyê berdewam dike me nekarî em perwerdeyên din bidin destpêkirin. Ji ber ku perwerdeyên weke govend temas pêwîst dike û ev jî ji bo ewlehiyê ne baş e. Lê ji bo atolyeyên din me ewlehî di asta jor de girtin e. Hema bêje di her atolyeyekî de bi mamoste re wê 3 kes bixebitin. Ji bo girse ava nebe û temas çênebe. Di her polê de ji wê dezefenktan û pêdiviyên xwe parastinê hebin.”
 
Nazê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawa ku di pêvajoya karantînayê de em bûn moral em dixwazin niha jî ji bo derûniya gel û ciwanan bibin moral. Ji bo vê ji çi ji destê me tê em dikin. Huner wê ji we re baş were. Em hêvîdikin ku di serlêdanan de ji zêdebûn çêbibe. Bila waneyên me têr û tijî derbaz bibin. Em li benda xwedevana ne.”