Kevana Zêrîn bi çalakiyekê rojên berê zindî kirin

  • 13:04 3 Îlon 2020
  • Çand û Huner
ŞEHBA - Tevgera Kevana Zêrîn ya Herêma Efrînê bi çalakiyekê rojên berê zindî kirin.
 
Bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê ji bo parastina çanda kurdî çalekiyek li Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê li dar xist. Di çalakiyê de bi dehan jin amade bûn û erzaqên zivistanê mîna salçe îsotan û bacanê sor, bamya, bacanê reş, kundir, hêjîr û mewij amade dikin. Her wiha di çarçoveya çalakiyê de ji aliyê endamên Tevgera Kevana Zêrîn ve stranên kurdî hatin pêşkêş kirin.
 
Hêjayî gotinê ye ku wê Tevgera Kevana Zêrîn her meh ji bo rojên berê zindî bikin çalakiyên cuda li dar bixe.