‘Bi tiliyên lingên xwe ez nêrîna xwe ya li cîhanê xêz dikim’

  • 09:05 31 Tebax 2020
  • Çand û Huner
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Şêwekara  bi navê Dûa El-Bestatî ku ji dayikbûna xwe de bê dest e, bi vîn û daxwazeke mezin wêneyên ku raman û dîtiniya xwe ya jiyanê tê de dibîne  xêz dike.  Dûa dibêje: "Di xêzkirina wêneyan de ji ber ku bê dest im li şûna dest tiliyên lingê xwe bi kar tînim. bê têkoşîn mirov nagihîje aramanca xwe. "
 
Cihê dilşadiyê ye ku mirov afirîner be, hêviyên xwe di nav jiyanê de mezin bike, bineqişîne û rengê keskesoran bibîne. Lê ya herî xweş ew e ku mirov bi rewşa heyî û nexweşiyên xwe re têbikoşe û xeyalên xwe pêk bîne. Şêwekara jin Dûa El-Bestatî ku yek ji jinên têkoşer e, li dû xeyalên xwe çû ye û tu astenî nas nekirine. Dû diyar kir ku wê ji12 saliya xwe de dest bi şêwekariyê kiriye û di 29 saliya xwe de karê xwe berdewam dike. Dûa  bi eslê xwe ji Paytexta Sûriyê Şamê ye, perwerdeya xwe xwe ya seretayî û navîn li dibistanên Şamê qedandiye. Bi îsrara xwe derbasî Zanîngehê beşa Fakulteya Hunerên Bedew bûye. Dûa derbarê serpêhatiya xwe û Şêwekariyê de ji me re axivî.
 
'Min bi xêzkirina wêneyên zarokan dest pê kir'
 
Dûa got ku vîn û îradeya wê hişt ku ew astengdariyê têk bibe û wiha dom kir: "Ji destpêka ku ez hatime dinê û her ku min xwe nas kiriye bê dest im, lê dîsa jî ez gotina ku astengdar im qet qebûl nakim. Ji ber ku min astenî nas nekirin û wekî hemû mirovên saxlem tevgeriyam. Ji 12 saliya xwe de ez wêneyên zarokan xêz dikim, lê bi demê re û bi piştgiriya xwûşk û heskiriyên xwe min xwest ku bigihêjim xeyalên xwe û wan pêk bînim. Ez bi ser jî ketim"
 
'Armanca min ku ez di asta cîhanî de şêwekariyê bikim' 
 
Dûayê destnîşan kir ku ew dixwaze di asta cîhanî de şewekariyê bike û wiha pê de çû: "Bi hezkirin û îradeyê min gelek astengiyên li pêşberî xwe derbas kirin. Di dema ku min li zanîngehê Fakulteya Hunerên Bedew dixwend, bi berhemên xwe ez tevlî gelek projeyan li Ukrayna, Birîtaniya û Urdunê bûm. Herwiha ez tevlî gelek pêşengeh û mîhrîcanên li Sûriyeyê hatin lidarxistin jî bûm. Yek ji van pêşangehan jî li Helebê li Navenda  Hunerê ya Dar El-Opêra bû. Ez ê hîn zêdetir xwe pêş bixim   ku di asta cîhanî de şêwekariyê bikim û peyama xwe bighînim her kesî."
 
'Jin û şêwekarî nêzî hev in'
 
Dûayê da zanîn ku jin û şêwekarî yek ruh in û domand: "Xweza, şêwekarî,hûnermendî û dengbêjî hemû rengên jinê ne. Jin nebe wateya jiyanê tune ye. Jin û şêwekarî hed temam dikin. Jin  xwedî hestekên cuda ye hest, hûner û peyama xwe bi rêya xêzkirinê tîne ziman."
 
'Bê têkoşîn tiştek pêk nayê'
 
Dûa di dawiyê de girîngiya têkoşîna kesan di jiyanê de anî ziman û wiha bi dawî kir:"Jin dikare hemû sînoran derbas bike, xewn û xeyalên xwe pêk bîne. Divê ku jin li hember kevneşopiyên civakê têbikoşe. Bê têkoşîn tiştek naçe serî."