Hevseroka MED DER’ê Mîne: Werin em zimanê xwe fêr bibin

  • 09:06 15 Îlon 2019
  • Çand û Huner
AMED - MED DER’ê perwerdeya bi zimanê kurdî dide destpêkirin û hevseroka MED DER’ê Mîne Karakaş, diyar kir ku ziman tenê bi axaftina di nav malê de nayê parastin û got: “Werin em zimanê xwe fêr bibin. Temen ferq nake em li benda we ne.”
 
Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê  (MED DER) perwerdeya zimanê kurdî dide dest pê kirin. Serlêdanên ji bo perwerdê hatin destpêkirin û dê serlêdan heta dawiya îlonê bidome. Perwerdeya bi zimanê kurdî dê asta 1’emîn dest pê bike û heta asta 3’yemîn dê bidomê û li gorî vê jî dê pol bên vekirin. Perwerde di nava hefteyê de 2 rojan û di navbera saetên 18.00’an û 20.00’an bê dayîn. Her wiha di dawiya hefteyê de jî serê sibêhê di saet 10.00’an heta 12.00’an dê perwerde bê dayîn. Di 4 mehên destpêkê de wê li ser diyalog û fêrbûna ziman perwerde were dayîn. Ji derveyî diyalogê waneyên werin dayîn evin; “Rêziman, wêjeye, dariştin, kurmanckî, dîksiyana bi kurdî, formasyon.” Piştî qedandina 3 polan xwendevan wê belgeya mamostetiyê dê bê dayîn.
 
Hevseroka MED DER’ê Mîne Karakaş, li ser armanc û amadekariyên perwerdeya bi zimanê kurdî rawestiya û got: “Em li benda kesên ku dixwazin zimanê xwe hîn bibin. Em li benda we ne.”
 
'Ziman çima pêdiveyek e?’
 
Mîneyê axaftina xwe ya destpêke li ser girîngiya zimanê dayikê kir û wiha dom kir: “Ziman, amûra hestên xwe anîna zimane, ji derveye wê ev weke nasnameya kes û civakekê ye. Netew bê ziman nikare xwe li ser lingan bigire ji ber ku stuna herî herî girîng zimane. Deshilatdar hertim polîtîkayên qirêj li ser ziman dide meşandin. Dixwazin me ji rastiya me ji dûrbixin û tune bikin.”
 
‘Evîndarê celadê xwe dibin’
 
Mîne, diyar kir ku bi mîlyonan xwendekarên kurd hene lê nikarin bi zimanê dayikê perwerde bibin û wiha got: “Ev yek bi serê xwe bişaftineke. Mixabin êdî otoasîmlasyon jî pêş dikeve û her kes êdî evîndarê celadê xwe dibin. Li gel amûrên ku dewlet ji bo asîmîlasyonê li pêş dixe em jî asîmîlasyonê li pêş dixin. Divê li hember van yekan em  her malekî bikin dibistaneke. Divê em xwe ji qirêjiya desteseran rizgar bikin.” 
 
‘Eleqeya ciwanan gelek zêde ye’
 
Mîne, anî ziman ku eleqeya ciwanan ji perwerdeyê re gelek zedeye û wiha berdewam kir: “Ne tenê ciwanên kurd, kesên ji welatên biyanî ji serlêdanê dikin. Ev ji bo me kêfxweşiyeke mezin e. Meraq û heskirineke heye ku divê were civakî kirin. Divê di qadên siyasî û sivîl de pişgirî were dayîn. Em di her qadî de bibin rêvebireke ziman. Xwendevanên me ên ku perwerdê diqedînin ji me naqetin. Dixwazin weke mamoste yan ji weke endameke MED DER’ê di nava xebatan cih bigirin. 
 
‘Werin em zimanê xwe fêr bibin’
 
Mine herî dawiyê bang li welatiyan kir û got: “Bên, em zimanê xwe fêr bibin. Ziman tenê di mal de axaftinê nayê parastin. Divê em dewlemendiyên wê bizanin û li her cihê bikin zimanê fermî. Temen ferq nake em li benda we ne.”