Pêşengeha Banga Şaristaniyê li Helebê bi dawî bû

  • 16:13 4 Tebax 2019
  • Çand û Huner
HELEB - Pêşengeha Banga Şaristaniyê  ku ji aliyê desteya Çand û Hunerê û Yekîtiya Şûnwaran a Kantona Efrînê li Helebê hatiye li darxistin bi dawî bû. 
 
Pêşengeh li Mala  Yekîtiya Ciwanan a taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê hat li darxistin û îro bi dawî bû. Bi sedan şêniyên taxê û saziyên civakî beşdarî pêşengehê bûn. Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê Medya Hemdik axivî û got: "Bi riya pêşengehê me şûnwarên Efrînê bêrî werin dagirkirin û yên ku hatine dagirkirin me xwest nîşanî tevahî cîhanê bidin. Dewleta tirk ne tenê êrîşê xwe li ser Gelê Kurd pêk anîn, cihên me yên dîrokî jî talan û wêran kirin. Banga me ji hemû cîhanê re ku çavên xwe vekin û hovîtiya ku hatiye kirin bibîn."
 
Paşê sinevîzyonek li ser şûnwarên Efrînê hat pêşkêşkirin. Her wiha di dawiyê de mêvanên ku beşdarî pêşengehê bûne tabloyên ku li holê hatine daliqandin temaşe kirin.