Leşkerên Yewnan êrişî penaberan kirin

  • 15:11 4 Adare 2020
  • NAROJANE
EDÎRNE - Leşkerên Yewnan li deriyê sînor ê Pazarkûleyê bi guleyan êrişî penaberan kirin. Gelek penaber bi giranî birîndar bûn û rewşa wan giran e. Walîtiya Edîrneyê got penaberek jiyana xwe ji dest daye. 
 
Tirkiye penaberên ji Sûriyeyê û welatên din, li dijî Ewropayê wek şantajê bi kar tîne. Penaber ji bo derbasî aliyê Yewnanîstan ango Ewropa bibin bi rojane li Deriyê Sînor ê Pazarkûle tên rawestandin. Penaberên xwestin li ava Çemê Merîçê bixin û derbas bibin, leşkerên Yewnanîstanê bi guleyan êriş bir ser wan. Hin penaber bi giranî birîndar bûn û rewşa wan giran e. 
 
Hat zanîn ku penaberên birînadr bûne bi ambûlansan rakirine nexweşxaneyan. 
 
Di kêliya ku leşkerên Yewnan gule barandin ser penaberan, komek parlamenter ên ji Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê li herêma tampon lêkolîn dikirin. 
 
Endamê Komîsyonê Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû êrîşa leşkerên Yewnan piştrast kir û got dema wan lêkolîn pêk dianî leşkerên Yewnan bi guleyan êrişî penaberan kirin. Omer Farûk da zanîn ku li ser sînor rewşek kambax û trajedî heye û got: “Li herêma sînor tam rewşek xirab pêk tê.” 
 
Walîtiya Edîrneyê daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand ji birîndaran kesek nasnameya wî hêj nehatiye zelalkirin li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxeleyên tibî jî jiyana xwe ji dest daye.