Nursel Aydogan: Çareserî bê xwestin navnîşan Îmralî ye
- 09:02 4 Kanûn 2024
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Siyasetmedar Nursel Aydogan da zanîn ku navenda 3’emîn şerê cîhanê Rojhilata Navîn e û ji bo Tirkiye ji dîzayna nû ya hêzên navneteweyî bi bandor nebe yekane rê aştiya bi Kurdan re ye û got: “Ger çareserî bê xwestin, navnîşan îradeya gelê Kurd Îmralî ye.”
Şerê ku navenda wê Rojhilata Navîn e, bi destê NATO û Rûsyayê tê girankirin û nexşerêyên nû bi destê lîderan tê pêşkêşkirin. Mudaxaleya li herêmê bi lêgerînên nû yên teşebûnê tê kirin. Li Heleb a Sûriyeyê bi destê komên paramîlîter yên Tirkiyeyê êrîş hatine destpêkirin û hêzên navneteweyî bi civînên pişt deriyan qedera gel diyar dikin. Ji bo Tirkiye ji dîzayna nû ya hêzên navneteweyî bi bandor nebe yekane rê aştiya bi Kurdan re ye.
Der barê mijarê siyasetmedar Nursel Aydogan nirxandin kirin.
Hewldana global rû da
Nursel Aydogan da zanîn ku li Îmraliyê 26 sal in berxwedan û têkoşînek mezin heye û ev têkoşîn bi sînorên Tirkiyeyê sînor nemaye û mezin dibe. Nursel Aydogan wiha vegot: “Ev têkoşîn di 13’ê cotmeha 2023’an de global bûye. Ji 74 welatan komên pîşeyî li Strazburgê daxuyanî dan. Bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ pêngav hat destpêkirin. Ev salek têkoşîn tê meşandin. Ev kampanya mezin a ji bo azadiya Birêz Ocalan mînak wê tuneye. Ji ber vê gelek girîng e. Bi tevlibûna 74 welatî hat destpêkirin lê gelek welatên cuda ev pêngav meşandin.”
Du mîtîngên mezin û pêngava xelatgirên Nobelê
Nursel Aydogan got li Kolnê du mîtîngên mezin bi vê gavê re pêk hatine û mîtîngên 17’ê Sibat û 16’ê Mijdarê ne û got: “Peyamên wir gelek zelal bûn. Ya 17’ê Sibatê ya yekemîn bû. Ya 16’ê Mijdarê ya duyemîn bû. Beriya vê jî çalakiyên xurt pêk hatibûn. Çarçoveya vê kampanyayê de ji cîhanê 69 nivîskarên xelatgirên Nobelê bi armanca balê bikşînin ser azadiya Abdullah Ocalan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û CPT’ê dan. AK’ê ev serlêdan nirxand. Ev gavek girîng e.”
Nursel Aydogan wiha berdewam kir: “Hevkarê biçûk yê desthilatdariyê got ‘bila Ocalan bê meclîsê biaxive, em vê mijarê êdî biqedînin, çareser bikin, divê em çareser bikin hewcedariya Tirkiyeyê bi yekitiya Kurd-Tirk heye.’ Di vê çarçoveyê de xwestin bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Em jî dibêjin divê ev hebe. Birêz Ocalan ji berê de vê dibêje, ev çarçove xêz dikir. Li gorî min ev encameke vê çalakiya asta global e. Tenê bi serlêdanên ji bo CP û AK’ê neman. Bi sedan hiqûqnas li Ewropayê hatin gel hev û xwestin tecrîd rabe.”
Bi hezaran ji bo peyamê bigirin hatin
Nursel Aydogan bal kişand ser peyama bi hezaran kesên ji mîtînga Kolnê dane û wiha anî ziman: “Tevlibûna Omer Ocalan a mîtîngê girîng bû. Omer Ocalan demek berê çûbû Îmraliyê. Peyama Birêz Ocalan anî mîtînga Kolnê. Bi hezaran kes ji bo peyama Birêz Ocalan bigirin hatin wir. Armanca meşa me ev bû ku em vê tecrîda ku 26 sal in bê navber didome bi cîhanê bidin bihîstin.”
Yekane riya ku ji şerê Rojhilata Navîn bi bandor nebe…
Nursel Aydogan bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin û wiha daxuyand: “Rojhilata Navîn ji nûve tê dîzaynkirin. Sêyemîn şerê cîhanê ku serkêşiya wê DYA, Israîl û Îngîlîstan dike tê jiyîn. Navenda vî şerî de Kurd û Kurdistan heye. Li Rojhilata Navîn ji nûve nexşerêya welatan tên xêzkirin, sînor tên xêzkirin. Di demek wisa de divê teqez Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bike. Ji bo Tirkiye ji dîzayna nû ya hêzên navneteweyî bi bandor nebe yekane rê aştiya bi Kurdan re ye. Ger çareserî bê xwestin, navnîşan îradeya gelê Kurd Îmralî ye.”
Me ji serî de helwesta xwe ya li alî aştiyê aniye ziman
Nursel Aydogan daxuyakirin ku gelê Kurd ji serî de li alî aştiyê helwesta xwe nîşan daye û li alî aştiyê sekn hatiye nîşandan. Nursel Aydogan wiha dirêjî dayê: “Lê tevî vê berxwedan jî ferz bû. Me têkoşîna xwe meşand û em ê bimeşînin. Em gotinên Bahçelî girîng dibînin lê divê bi awayekî cidî nêzî mijarê bibin. Tevî ku anîn ziman em dibînin ku ji aliyê deshilatdariyê ve pêşketinek tuneye.”
‘Her kes amadeye biçe Îmraliyê, derî vekirîne?’
Nursel Aydogan di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Bahçelî peyamek şand ji DEM Partiyê re got ‘çima hevserok naçin’. Ev balkêş bû. Tu dibêjî qey deriyên Îmraliyê vekirine ku hevserok biçin. Parlamenterên DEM Partiyê ev du sal in ji bo çûyînê serlêdanan dikin. Hemû kes amade ye biçe lê ka derî vekirîne. DEM Partî çareseriya demokratîk û demokratîkbûna Tirkiyeyê diparêze.”
Planek navneteweyî an jî taktîk
Nursel Aydogan balkişand ser şerê tê meşandin û bi lêv kir ku navenda şer Rojhilata Navîn e û wiha domand: “Kurd li herêmê êdî hêzek xurt in. Çareserî jî bi naskirina Kurdan pêkan e. Navenda sêyemîn şerê cîhanê Rojhilata Navîn e û bêguman şerê Rusya-Ukraynayê heye. Li deverên cuda yên cîhanê pevçûn, şer hene. Lê navend ev der e. Ji 2011’an de li Sûriyeyê şer diome. Çend roj berê hêzên Tehrîr El Şam (HTŞ) ketin Helebê. Ya balkêş ev bû li Helebê li dijî wan berxwedanek tunebû. Hêzên leşkerî yên Sûriyeyê xwe vekişandin. Beşek Helebê teslîmê van hêzan hat kirin. Me digot wê li wir berxwedanek hebe. Lê tu tiştek nehat kirin. Ev jî nîşan dide ku ev parçeyek vê planê ye.”
‘Gelê Kurd wê bi destkeftiyên xwe ji pêvajoyê derkevin’
Nursel Akdogan wiha dawî lê anî: “Di vir de rewşa me eleqeder bike ev e ku Kurd wê çawa bi bandor bibin û çawa jê derkevin. Rîsk hene. HTŞ qadê bibîne wê êrîşê Rojava bike. Lê li gorî min wê hêzê nebîne ji ber hêza leşkerî ya herî mezin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber vê jî wê nikaribin êrîş bikin. Gelê Kurd bi wê destkeftiyên xwe ji pêvajoyê derkeve.”