'Li dijî zîhniyeta şer modela Rojava divê'

  • 09:04 23 Kanûn 2024
  • Rojane
STENBOL - Aktîvîst Zuhal Kaygisiz da zanîn ku çeteyên HTŞ û SMO ji bo gelên Rojhilata Navîn xetereyek mezin in û divê her kes li dijî vê zîhniyeta şer modela Rojava mînak bigirin li her derê têkoşînê mezin bikin.
 
Rejîma Baas ya 61 salî ya Sûriyeyê piştî êrişên ku  Heyet Tahrir el-Şam'ın (HTŞ) di 26’ê mijdarê de da destpêkirin şûnde ket. Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyeyê (SMO) ya girêdayê wê piştî vê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtin. Tirkiye êrişên xwe didomîne û berxwedana gelê Rojava a li dijî êrişan didome. Êrişên HTŞ û SMO yên bi pêşengiya Tirkiyeyê tên meşandin di serî de jinan hemû gelan destkeftiyan hedef digire û dike xetereyê. 
 
Aktîvîst Zuhal Kaygisiz der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Divê em hemû piştgiriyê bidin sekna gelê Rojava’
 
Zuhal Kaygisiz anî ziman ku HTŞ û SMO hebûna hemû gelan dike xetereyê û wiha anî ziman: “HTŞ û SMO ji zîhniyeta DAIŞ’ê cudatir nîne. DAIŞ’ê di 2011’ê de jinên kurd û êzidî hedef girt û her cureyê zext, îşkence û destdirjiyê kirin. Texrîbata DAIŞ’ê ya li ser jinên Kurd û Êzidî hîna didome. Li Rojava niha hebûna gelan di bin tehdîdek mezin de ye. Me hebûna jiyanek azad û wkehev ji jin û gelê Rojava fêr kir. Lê niha ev koma cîhadîst hewl dide vê tune bike. Em dizanin ku ev rejîm dixwaze xwe li ser jinan heî bike. Em vê qebûl nakin û divê em hemû piştgiriyê bidin sekna gelê Rojava.”
 
‘Dixwazin bawerî û gelan tune bikin’
 
Zuhal Kaygisiz her wiha bi lêv kir ku hewl tê dayîn Rojhilata navîn bi polîtîkayên zîhniyeta yekparêz û şerxwaz a îslamî bidin meşandin û wiha dirêjî dayê: “Feraseteke yekparêz heye. Di bin navê îslamê de dixwazin pergala mêr ava bikin. Ev pergal dixwaze hemû çand, bawerî, dewlemendî û gelan tune bikin. Ev zîhniyet hebûna Êzidî, Suryanî, Kurd, Xiristiyan tune dihesibîne. Em vê qebûl nakin û destur nadin vê. Li Rojhilata Navîn aştî û çanda gelan tê tunekirin. Dixwazin yek tîp mirov biafirînin.”
 
 
‘Wê hişmendiya demokrasiyê hîn bêtir qels bibe’
 
Zuhal Kaygisiz axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi hebûna HTŞ û SMO rejîmek têk çû. Niha ev wek destkeftiyekê pêşkêşî gelan tê kirin. Em li dijî şer in. Wê cîhadîst xwe li vê axê bidin nîşandan. Wê hişmendiya demokrasiyê qels bibe. Mirovên bi demokrasiyê bawer dikin wê bên sînokirin. Wê mêjiyên cîhadîst yên razayî jî hişyar bike. Em jin vê qebûl nakin û me ji serî de got ev xetereyek mezine. Ji ber vê divê em gel ligel hev cih bigirin û yekitiya gelan her tim biparêzin.”

Etîketan:

jinnews Rojava kurdistan