Li Qamişloyê di pêşengiya Kongreya Star de meşa girseyî

  • 19:17 23 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Kongra Star şêniyên bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê bi meşekE girseyî berxwedana şervanên YPJ silav kirin.
 
Şêniyên bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşê deweta tir û komên girêdayî wê bi pêşengiya Kongra Star meşeke girseyî lidar xistin û berxwedana jınên têrkoşer silav kirin.
 
Meş bi dirûşma “Werin em Welatê xwe biparêzin” û bi tevlîbuna tevahî Rêxistinên jinan ên di bin siwana Rêxistina Kongra Star de û bi hildana alên rêxistina jinê  li ber Çerxereya Sonî ya bajêr despêkir heta  Çerxereya Şehid Qehreman Omerî dewam kir.
 
‘Dewleta Tirk êrişî projeya jinan dike’
 
Piştî deyeqek rêzgirtinê berdevka Kongra Starê Rihan Loqo balkişane ser tekoşîn û  berxwedana şervanên YPJ  ku berxwedanekî dîrokî  di çeperên şer de dimeşînin û got: “Ji çirûska Şoreşa Rojava heta roja îro dewleta Tirk a dagirker, bê navber êrîşên Heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Êrîşên deskeftîyên şoreşa jin dikin, êrîşên nirxên şehîdên me dikin, ji roja yekemîn a şoreşê heta roja îro dewleta Tirk nesekiniye. Ji ber ku naxwaze projeya gelan, jinan, azadîxwazan li ser vê erdingariyê pêk were. Naxwazin ew proje bibe mînak ji tevahî cîhanê re.
 
Lewma jî bi rêya şerê taybet û balafirên bê mirov re pêşeng û endezyarên şoreşa me, hedef digrin. Di aliyekî de bi rêya çeteyên xwe ên rêxistin kirî de, bi planên qirkirinê li ser jinan zarokan gelan sivîlan dixwazin pêk bînin. Lewma jî dewleta Tirk bê navber êrîşan pêk tîne. Ji wê qada pîroz em ji dewleta Tirk û çeteyên wêre dibêjin, em serî ji were natewînin. Em ê bi hêza parastina jin û bi rihê îradeya azad a jinan û bi pêşengiya jinên Ereb, Suryan, Kurd, Ermen weke ku çawa ew pêşengî kirin ji Rojhilata Navîn û Cîhanê re kir emê niha jî bikin. Me çawa di Kobanê û Rojava de çete bi bin xistin emê dewleta Tirk a dagirker dîsa bi bin bixin.”
 
‘Dixwazin me bêîrade bikin’
 
Rihan Loqo wiha bidawî kir: “Dixwaze em li hemberî her tiştî bê îrade û nasname bimînin.Heta ku Jineke Efrînê li wê welatî hebe, heta ku jineke Kobanê Hebe heta keçên ciwan li Qamişlo hebe wê kesek nikaribe, pêl vê axê bike. Ji derveyî azadîxawazan kes nikare li ser vê axê jiyan bike. Ew ax axa rumetê ye, axa şehîdan e. Em berxwedana Bakur, Başûr, Rojhilat û dostên Kurdan silav dikin. Em dibêjin rihê me bi rihê were ye. Em hêvî û cesareta xwe ji rihê YPJ yê ku bê navber hûn li qadan tekoşîn dikin digrin.”
 
Meş bi dirûşma “Jin Jîyan Azadî” bi dawî bû.