Dermanwer hişyar dike:Dermanê qelew dike yê ji Îranê tê negirin

  • 09:03 27 Mijdar 2018
  • Tenduristî/Werzîş
WAN - Dermanwer Kader Balik diyar kir ku dermanê mirovan qelew dike yê ji Îranê tê, tenduristiya mirovan tehdîd dike û wiha got: “Vî dermanî negirin, nehêlin kes bikirin. Xwarinên hewcedariya we pê heye hûn bigirin ev têr dike.”
 
Jin li aliyekê hewl didin kîlo bidin û hinek jî hewl didin qelew bibin. Jin ji bo vê yekê rêbazên cuda bi kar tînin û piranî jin ji ber dermanên şaş bi kar tînin, bi hinek nexweşiyan dikevin. Bi taybet dermanên ji Îranê tên pir tê firotin. Dermanwer Kader Balik diyar kir ku eleqeyek mezin li dijî derman tê nîşandan û got ev derman zirarek mezin dide tenduristiya mirovan. 
 
‘Tenduristiya mirovan tehdîd dike’
 
Kaderê destnîşan kir ku ev derman ji ber erzan e zêdetir li aktaran tê firotin û wiha pê de çû: “Ev derman tehdîdek mezin li ser tenduristiya mirovan dike. Jinên ciwan dema tên dermanxanê em ji wan re ewil behsa zirarên dermanên ji derve tên dikin.Piştre em dermanên ku qelew dike, pêşniyar dikin.Lê jin vê piştguh dikin û diçin dermanên ji Îranê tên digirin. Pêşniyara min ev e ku dermanên ji derve tên negirin. Dermanê Îranê kortîzon tê de ye. Dermanê xewê ye. Mirov bêpergal birçî dibin. Pergala xweparastinê qels dike. Goşt ji hestî cuda dike. Di laş de cihên reş dertên holê. Rê li ber xerabûna hormon vedike. Rîska ducaniyê hebe, bebek dixîne. Zirarê dide hêkên jinan. Tenê beden diwerime. Ji xwe bi awayekî derûnî kes xwe qelew dibîne.”
 
‘Tenê li xwe miqatebin’
 
Kaderê di dawiya axaftina xwe de ji bo qelewbûnê wiha got: “Rûnê fistikan, rûnê masiyan, dimsa keçîboynuzu û dema ku mirov li xwe miqate be dê pirsgirêk çareser bibe. Dermanxane ji bo tenduristiya gel vebûne û dixebitin. Ji ber vê dermanên ji derve tên negirin. Em di demên berê de najîn. Tenê xwarinên hewcedariya we pê heye, têr dike.”