'Li Amedê hejmara testan kêm dibe û dor zêde dibe'

  • 09:08 19 Tebax 2020
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Endama SES'ê Gonul Adibellî derbarê ewlehiya ku ji bo belavbûna vîrusa koronayê nayê girtin û kêmbûna testê de nirxandin kir û got, "Li nexweşxaneyên ku test tê kirin hejmara nexweşan zêde dibe û dor çêdibin. Divê hikûmet di vî warî de berpirsiyar tevbigere."
 
Li herêmê bajarê ku vîrusa koronayê (COVÎD -19) lê zêde belav dibe yek jê Amed e. Lê bajarê ku rojê testa 250 kesî pozîtîf derdikev, hejmara testên tên kirin kêm dibe. Ji şêniyên bajêr ên ku ji ber vîrusê serî li nexweşxaneyê didin ên rewşa wan ne giran be bêyî testa wan bê kirin vedigerînin malê. Ev jî dibe sedema ku kesên vîrusê wê li derdora xwe belav bikin. Lê gel van hemû neyîniyan ewlehiya ku ji bo vîrusê li herêmê û li bajêr tê girtin jî kêm dimîne.
 
Endama Sendîkaya Tendirustî û Xizmetguzariya Civakî (SES) Gonul Adibellî, derbarê hejmara kesên bi şewbê ku zêde dibe û testa ku roj bi roj kêm dibe de nirxandin kir.
 
'Dor dirêj dibe'
 
Gonul bal kişand ser pêvajoya normabûnê ya ji 1'ê hezîranê de berdewam dike, got ku hejmara kesên bi vîrusê zêde dibe û diyar kir ku hejmara kesên bi vîrusê ji ber testa kêm tê kirin roj bi roj zêde dibe. Gonul got ku di serî de her kes dihat testkirin, lê bi giştînameya ku herî dawî hat derxistin re hat diyarkirin ku kesên nîşaneyên vîrusê bi wanre tunebin divê testa wan neyê kirin. Gonilê kêmbûna têstê li Amedê careke din bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Niha li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê test tên kirin û ev jî kêm dimîne. Ji ber ku test zêde nayê kirin û nexweşxaneyên test li wan bê kirin kêm in hejmara kesên nexweş li nexweşxaneyan zêde dibe.  Dor dirêj dibin. Nexweşên ku serî li nexweşxaneyan didin gelek zêde bûne.  Test bi qasî tê xwestin nayên kirin. Ji ber ku ji bo testan nîşaneyên şewbê divê hebin. Testên niha tên kirin jî ji ber hejmara nexweşan zêde ye dereng derdikevin. Testa ku berê di navbera 24 û 48 saetan de diyar dibû niha di navbera 4-5 rojan de diyar dibe."
 
'Ji ber sersariya hikûmetê hejmar zêde dibe'
 
Gonulê diyar kir ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ji ber alav xira bûn, çend rojan test nehat kirin û got ku arzaya tekînîkî pitî bi rojan hat çareserkirin. Gonulê got ku hejmara kesên serî li nexweşxaneyê didin piştî pêvajoya normabûnê zêde bû û wiha berdewam kir, "Ji ber sersariya hikûmetê hejmara kesên bi vîrusê zêde bû. Ger ku pêvajoya normabûnê ast bi ast bihata kirin wê îro hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin ne ewqas zêde bûna. Ji ber dora ku li nexweşxaneyan zêde dibe kesên be bi vîrusê jî bi vîrusê dikevin. Em dikarin vê encamê wekî sersariya hikûmetê ku berpirsiyariya xwe li milê welatiyan bar kiriye binirxînin."
 
 'Tendirustî an jî pirsgirêka debarê?'
 
Gonulê anî ziman ku li wekatên din pêvajoya normabûnê ast bi ast kete dewrê, lê li Tirkiyeyê dijberî wê hat kirin. Gonulê wiha dawî li axaftina xwe anî, "Wekî ku me aşî dîtibe, welatî ji ber pirsgirêka aboriyê bi qedera xwe re rûbirû hatin hiştin. Kes di navbera pirsgirêka şewbê û aboriyê de hatin hiştin. Li hin cihan jî pirsgirêka aboriyê ket pêşiya pirsgirêka tendirustiyê. Welatî ji bilî ku li paqijiya xwe û li bikaranîna devrukê baldar bin tu tiştek ji destên wan nayê. Tişta divê bê kirin erka hikûmetê ye. Xebatkarên tendirustiyê jî ji ber ku zêde dixebitin bi xeterê re rûbirû dimînin. Divê hejmara kedkarên tendirustiyê bê zêdekirin."