Rojnamegerên hatin girtin: Wê têkoşîna Naziman û Cîhanan bimîne…
- 20:46 22 Kanûn 2024
- Rojane
STENBOL-Rojnamegerên hatin girtin ev peyam dan: “Qesr û saltanat wê bikevin. Yên bimînin berxwedêrin û têkoşîna Nazim û Cîhan e. DFG saziyek çapemeniyê ye, nayên krîmînalîzekirin. Rojnamegerî ne sûc e.”
Di daxuyaniya li Şîşhane ya Stenbolê ku ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku ji aliyê SÎHA’yên Tirkiyeyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn qetilkirin, hatibû dayîn de gelek kes hatibûn binçavkirin. Nav de rojnameger jî hene gelek kes hatin binçavkirin. 7 rojnamegerên hatin binçavkirin hatin girtin. Rojnamegerên hatin girtin bi hevkariya parêzerên xwe peyam şandin.
Rojnamegeran wiha gotin: “Qesr û saltanat wê bikevin. Yên bimînin berxwedêrin û têkoşîna Nazim û Cîhan e. DFG saziyek çapemeniyê ye, nayên krîmînalîzekirin. Rojnamegerî ne sûc e.”
Rojnamegerên hatin girtin wihane: Rojnameger Gulîstan Dursun, Hayrî Tunç, ji rojnameya Yenî Yaşam Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, nûçegîhana Ajansa Etkîn Haber (Etha) Pinar Gayip, nûçegîhana Rojnameya Mucadela Birligi Serpil Unal.