Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî hat dayîn
- 14:35 28 Çile 2025
- Rojane
AMED - Li Amedê bi armanca hişyarkirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevgirtina bi gelê Rojava re, li qada Şêx Seîd a Amedê çalakiya rûniştinê û dû re jî daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Îro ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê perspektîfeke çareseriyê heye. Tişta ku hewce pratîzekirina perspektîfê ye."
Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Qada Şêx Seîd çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. û ji bo piştgiriya gelê Rojava daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Parlamenterên DEM Pattiyê, Hevserokên DEM Partiyê û DBP’ê yên Amedê, endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û endamên MYK'a wê, Hevşaredarên Bajarê Mezin, nûnerên saziyên sivîl ên bajêr û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Beşdarên çalakiyê dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.
Li vir hevserokê DEM Partî ya Amedê Abbas Şahîn axivî û dû re jî parlamenter Adalet Kaya axivî û got: "Piştî Baas hilweşiya Tirkiye bi SIHA'yan êriş bir ser gel û bi rojane jî êriş didomin. Tirkiye sûcê şêr pêk tîne. Me her tim daxwaza xwe ya çareseriya demokratîk anî ziman. Îro kesên ku Kobanê hedef digirin jiyana gel hedef digirin û dijminatiyê dikin li hemberî rûmeta mirovahiyê. Tu kes nikare vîna heyî têk bibe. Xwedî derketina li Rojava mijareke rûmetê ye. Cihê ku tê bombekirin mirov nikare behsa aştiyê bike. Îro ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê perspektîfeke çareseriyê heye. Tişta ku hewce pratîzekirina perspektîfê ye. Em ji bo xwedîderketina li rûmeta xwe li vir in. Her wiha em carekdin rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazima Daştan, şanoger Bavê Teyar bi bîr tînin û dibêjîn Rojava rûmeta me ye."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.