Meşa Dirêj di roja 9’emîn de berdewam dike
- 19:47 29 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj a ku 21’ê Çile de li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de dest pê kir, di roja xwe ya 9’an de li bajarê Melunê berdewam dike.
Meşa Dirêj ya di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ di roja 9’emîn de berdewam kir.Gelek kes tevlî Meşa Dirêj a li bajarê Melunê berdewam dike, bûn. Çalakvanên Meşa Dirêj li Stasyona Melunê bi Kurdistanî û dostên wan re civiyan û çalakvanan li vir danezanên têkildarî armanca Meşa Dirêj û daxwazên wan belav kir.
Meşvan ji îstasyonê meşa xwe domand û Kurdistanî û dostên wan jî tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên ‘Azadî ji Rêber Apo re’, ‘Bijî Serok Apo’, Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Berxwedana QSD’ê’ hatin berzkirin û çalakvanan li ser rêya xwe danezan belav kirin. Meşê tevî barîna barana zêde jî bi coşeke mezin berdewam kir.
Meşavanan peyama ‘Heta Abdullah Ocalan azad nebe, em jî azad nabin, em dê ji bo azadiya xwe çalakiyên xwe bidomînin û li qadan bin’ da û ji bo tevlîbûna çalakiya ku dê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê were lidarxistin jî bang hate kirin.