Jinên girtî ji bo aştiyê îmze dan

  • 16:32 30 Çile 2025
  • Rojane
  
 
ENQERE -29 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê girtî ne, piştgirî dan kampanyaya "Ji bo aştiyê 1 milyon îmze".  
 
29 girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyana Kayseriyê girtî ne, piştgirî dan kampanyaya "Ji bo aştiyê 1 milyon îmze" ku ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve hatiye destpêkirin. Girtiyên li girtîgehê di 3 beşên cuda de tên ragirtin, bi nameya ku ji Alîkarê Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  (DEM Partî) Sezaî Temellî re şandibûn, piştgiriya xwe ya ji kampanyayê re ragihandin. 
 
Di nameya girtiyan de wiha hat gotin: "Eger em li derve bûna me dê ev kampanya we daye destpêkirin bimeşanda. Lê belê em li vir in. Weke kesên ji bo aştiyê bedelên giran dane em piştgiriyê didin kampanyayê. Ji ber têkoşîna we ya bi israr em we silav dikin."
 
Navê girtiyên ku piştgirî dane kampanyayê wiha ne: Ronahî Sîrdaş, Sînem Ogûz, Sabîha Ocalan, Dîcle Bozan, Ferîde Guler, Seyhan Başak, Ayfer Başlîg, Nazlî Soglin, Şîlan Obuz, Naîme Encû, Mizgîn Kaybey, Guldîz Destan, Leyla Baran, Gulgeş Tatlı, Ayhan Ateş, Gulazer Akın, Evin Zapsu, Gulistan Yılmaz, Delila Roj Erkmen, Mahnaz Asurun, Dîcle Muhamed, Fecrîye Benek, Bêrîvan Zadsan, Hacer Halîl Yusuf, Rûmeysa Bozkurt, Elîf Kardagî, Merge Polat, Yaprak Taşçi, Gulsûm Log.