Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir

  • 15:43 26 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Kantona Firatê salvegera 10'emîn û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11'emîn bi şahiyekê pîroz kirin.
 
Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û kesên biyanî salvegera 10'emîn a rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11'emîn bi şahiyekê pîroz kirin.
 
Di şahiyê de aliyê QSD`ê û YPG'ê û YPJ'ê û wêneyên pakrewanan hatin hildan û bê navber dirûşmên “ Bêjî berxwedana Kobanê” û “Berxwedan jiyane” û “Bêjî berxwedana QSD`ê” hatin berzkirin.
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre ji Rêveberiya Xweser Cîgira Hevserokatiya Cîbicîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl, Hevserokên Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa, Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn û ji Fransa, Bîtanya û Îtalyayê gelek parlamenter û siyasetmedar axivîn.
 
Di axaftinan de hate ragihandin ku beriya 80 salî çawa ku li Îtalyayê faşîzm têk çû, wê careke din faşîzmê têk bibin û li Kobanê azadî û demokrasiyê misoger bikin.
 
Qisekeran anîn ziman ku divê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê bêne rawestandin.
 
Di şahiyê de hunermendên ji TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn hunera xwe pêşkêş kirin. Beşdar jî li ber stranên wan govend gerandin.