Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
- 10:12 27 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 267’an a rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?” derket.
Hejmara 267’an a rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?” derket. Di manşetê rojnameyê bal kişand ser peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd.
Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Gel ji bo av û axa xwe bûye mertal” bal kişand ser nobeta mertalên zindî ya li ser Bendava Tişrînê û 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê.
Di rûpela Jinê de jî bi sernavê “Şehîdên me rûmeta me ne” cih da nivîsa Asya Weşûkanî û bal kişand ser rol û rista kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin. Di heman rûpelê de Guhara Hesen jî bi nivîsa xwe ya “Jin avaniya civakê ye” rol û rista jinê ya di nava civakê de vegotiye.
Di bin manşetê de jî bi sernavê “Dewletê ke xo sucdar hîs kenê” cih da nivîsa kirmanckî.