Rêveberiya Xweser êrişa li dijî berxwedêrên Tirşrînê şermezar kir

  • 19:11 21 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê nobedariyê dikin, şermezar kirin.
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê ku di encamê de 2 sivîl hatin qetillkirin, di nav de 4 rojnamevan 20 sivîl birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk  hedefgirtina sivilên nobedar û binesaziya jiyanî, didomîne. Îro di saetên piştî nîvro de balafireke keşfê ya dewleta Tirk kombûneke nobedarên sivîl ên li Bendava Tişrînê bombebaran kir û di encama wê de 2 sivîl şehîd bûn û 20 jî birîndar bûn, di nav de 4 rojnamevan hene.Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dikin ku ev êriş binpêkirineke aşkera ya qanûnên navneteweyî û mirovî ye û gefan li aramî û ewlehiya herêmê, dixe. Hedefgirtina Bendava Tişrînê zehmetiyên peydakirina avê û enerjiyê ji bo welatiyan zêde dike. Êrişên bênavber ên dijî bendavê bi xwe re metirsiyên hilweşînê tîne.”
 
Di daxuyaniyên de ev bang hat kirin: “Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi lez destwerdanê bikin û van êrişên li dijî sivîl û saziyên jiyanî, rawestînin.”