Rojnameger Reyhan Hacioglû: Em ê her tim banga heqîqetê bikin
- 14:22 18 Çile 2025
- Rojane
WAN - Ji rojnamegerên li Wanê hatin binçavkirin Reyhan Hacioglû piştî dema qedexeyê bi dawî bû bi parêzera xwe re hevdîtin kir. Reyhan Hacioglu bi rêya parêzera xwe wiha got: “Em ê her tim banga heqîqetê bikin. Pirsgirêkên me yên cihî nînin. Cih ji bo me ne girîng e, ji ber vê yekê em ê tim rastiyê binivîsin.”
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin de, dema qedexeya parêzeran a 6 rojnamegerên ku duh li Wan, Stenbol û Mêrsînê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, qediya. Ji rojnamegerên li Wanê hatin binçavkirin Reyhan Hacioglû û parêzera wê Jiyan Ozkaplan hevdîtin kirin.
Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya Reyhan Hacioglû ya li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê tê girtin, baş e. Reyhan Hacioglû bi rêya parêzera xwe peyam şand û ev tiştan got: “Ev polîtîka dê nikaribe me bide sekinandin. Em ê her tim banga heqîqetê bikin. Pirsgirêkên me yên cihî nînin. Cih ji bo me ne girîng e, ji ber vê yekê em ê tim rastiyê binivîsin. Çapemeniya azad wê bêdeng nemîne.”
Parêzer Jiyan Ozkaplan, diyar kir ku dê muwekîlê wê roja duşemê bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Dîmenê (SEGBÎS) li dozgeriyê li Edliyeya Stenbolê îfade bide.