Çalakgerên ber şaredariya Akdenîzê: Em serî natewînin!

  • 09:27 11 Çile 2025
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
MERSÎN - Li diji desteserkirina şaredariya Akdenîzê gelê ku li ber şaredariyê hat gel ev û dest bî çalakîyan kir, diyar kir ku ew paşve gavê navêje û got, "Em serî natewînin heta ku em mafê xwe bi dest bixin em ê çalakiya xwe bidomînin."
 
Hevşaredarên Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan a dî bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de û hin endamên meclîsa şaredariyê duh danê sibê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Polîsan ji saetên sibehê ve avahiya Şaredariya Akdenîzê dorpêç kirin, gel hat ber avahiya şaredariyê û dest bi berxwedanê kir. Welatiyên ji bajarên derdorê hatin bê navber siloganên "Qeyûm wê biçe, gel wê were" û "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kirin. Çalakiya li ber şaredariyê heta saetên êvarê bi tilîlî, çepik, daxuyanî û rûniştinê berdewam kir. 
 
Her wiha endamên Meclîsa Şaredariya Akdenîzê ya CHP û DEM Partiyê jî xwestin bikevin şaredariyê û duyemîn civîna Şaredariya Akdenîzê ya di meha Çile de pêk bînin. Lê belê polîsan şaredarî asteng kirin û nehiştin endamên meclîsê bikevin hundir. Li ser vê yekê civîna duyemîn a meha Çile li ber Şaredariya Akdenîzê di bin siya barîkatên polîsan de pêk hat. Di civîna ku parlamenterên CHP û DEM Partiyê jî amade bûn de binçavkirin hatin protestokirin.
 
Duh bi şev jî komek ji parlamenterên  DEM Partiyê û gelek welatî li taxên bajêr meşiyan û bang li welatiyan kirin ku beşdarî çalakiyên ku dê îro li ber şaredariyê bên lidarxistin bibin.
 
Jinên ku ji saetên sibehê ve bi hatina ber şaredariyê berxwedana xwe didomînin, diyar kirin ku heta bigihijin armanca xwe dê li ber şaredariyê berxwedana xwe bidomînin.
 
'Em li vir in em ê neçin'
 
Dayika Aştiyê Raziye Soner, diyar kir ku ew serê sibehê zû hîn bûne ku qeyûm tayînî şaredaeriyê hatiye kirin û got: “Em êvarê bi kabûsek cuda radizin, sibê jî bi kabûsek cuda şiyar dibin. Ez vê rewşê şermezar dikim. Em ji sibehê ve li kolanan in, heta dilopa xwîna xwe ya dawî em li cem şaredariya xwe û hevşaredarên xwe ne. Heta ku hevserokên me azad bibin em ê li vir bin. Qeyûmê ku berê hatibû tayînkirin Mustafa Gultak şaredarî deyndar hişt. Ji çaya şaredariyê bigire heta şekir desteser kir. Hevşaredarên me hê jî deynên ku wî kirine didin.  Em ê şaredariyan ji wan re nehêlin. Em li vir in û em naçin tu derê."
 
'Me bi keda xwe şaredarî bi dest xist'
 
Şerbet jî anî ziman ku  pêwîstiya bingehîn a welat aştî ye û diyar kir ku ew weke dayik naxwazin kes bimire. Şerbet Altuğ got, “Bila kes nemire. Em jî wek dayîk dê li dijî şer rawestin. Me bi keda xwe ev şaredarî girtin. Îro hatin dorpêç kirin, hewl didin ku ji destê me bigirin, ma ne dijminatî ye? Bila êdî zarokên me neyên kuştin. Heta ku em şaredariya xwe negirin em dest ji têkoşînê bernadin."
 
'Em mafê xwe dixwazin'
 
Salîha Ûmît, destnîşan kir ku ew bi îradeya xwe li wir bûn û wiha got: “Me şaredariyên xwe girt, çima niha desteser dikin? Hemû gel li vir in û em şaredariya xwe paşve dixwazin."
 
'Ez bi kurdbûna xwe serbilind im'
 
Şerîfe Oguz anî ziman ku piştî agahiya binçavkirina hevserokan hat ew li ber avahiya şaredariyê ye û got, “Em bi têkoşîna xwe bi ser ketin û me şaredarî bi dest xist. Em heta dilopa xwîna xwe ya dawî li vir in. Em vê yekê qebûl nakin. Divê hevşaredarên me bên berdan. Ev neheqî ye. Em vê qebûl nakin. Êdî bes e, çi ji me dixwazin? Em ê serî netewînin. Em êdî ne kurdên berê ne. Ez kurd im û pê serbilind im. Heta kengê ew ê diziyê bikin? Em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin."
 
'Şer li me ferz dikin'
 
Sakîne Ertaş, diyar kir ku ew pêkanînên qeyûman şermezar dikin û got, “Em dibêjin em aştiyê dixwazin. Lê şer li me ferz dikin. Deynên şaredariyê hê jî neqediyabûn.  Heta ew diz hebe em ê li vir bin. Heta ku em şaredariya xwe negirin em ê venegerin malên xwe."
 
 
 
 

Etîketan:

qeyum jinnews