Ji bo Pexşan Ezîzî bang
- 11:55 11 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên ku li girtîgeha Qizilhesarê ne li hemberî cezayê darvekirinê ya girtiya siyasî Pexşan Ezîzî ji gel û rêxistinên mafên mirovan re banga gavavêtinê kirin.
Pênc girtiyên siyasî yên li girtîgeha Qizilhesar a li Kerecê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî, bang li tevayî rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî kirin ku bi lez ji bo azadkirina Pexşan Ezîzî pengavan bavêjin.
Pênc girtiyên siyasî yên li girtîgeha Qizilhesar a li Kerecê yên bi navên; Seîd Mesûrî, Spîhir Îmam Cume, Mihemed Şafiî, Mîsam Dêhbanzade û Luqman Emîn Pur li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî daxuyaniyek dan.
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Rejîma Îranê li ber rûxînê ye. Ji ber vê serî li darvekirin û kuştinê çalakvan û azadîxwazan dide. Dixwaze di nava welatiyan de tirsê belav bike. Dixwazin bi kuştin û darvekirinê gel bitirsînin û bêdeng bikin. ji bilî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, metirsiya cezayê darvekirinê li ser 50 girtiyên siyasî yên din jî heye."
Girtiyan bang li Neteweyên Yekbûyî û tevayî rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan kirin da ku bikevin tevgerê.