Komkujiya Parîsê li Sydneyê hate protestokirin
- 19:37 10 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komkujiya Parîsê li bajarê Sydney ê Awûstralyayê hate protestokirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ji bo siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di meha Çileyê de li Parîsê hatin qetilkirin, li ber konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Sydney ê Awûstralyayê çalakî li dar xist.
Çalakiya ku gelek kes beşdarbûn de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên li ser navê rêveberiya DKTM'ê de hat gotin ku komkujiya duyemîn a Parîsê ji ber ku komkujiya Sakîne Cansiz û hevalên wê hatiye nixumandin pêk hatiye. Rêveberên DKTM'ê ji hikûmeta Fransayê xwestin ku di demildest gavên pêwîst bavêje û edaletê pêk bîne.
Li ser navê DKTM'ê şandeya ku ji 3 kesan pêk dihat çû konsolosxaneya Fransayê û bi rayedaran re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de dosyayek ku tê de daxwaz û bendewariyên têkildarî komkujiyan hene radestî rayedaran kirin.