Li ser sînorê Pirsûs û Kobanê nobed
- 14:20 23 Kanûn 2024
- Rojane
RIHA - Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin di nobeda ku li Pirsûsê hat destpêkirin de banga yekitiya gelê Kurd û piştevaniyê hat kirin.
Li navçeya Pirsûs a Riha û sînorê Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya nobedê hat destpêkirin. Di çalakiya ku bi beşdariya Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, DEM Partî, Dayikên Aştiyê û saziyên sivîl pêk hat de, banga yekitiya gelê Kurd û banga aştiyê hat hat kirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de berxwedana Kobanê hat silavkirin û bal hat kişandin ser têkoşîna aştî û demokrasiyê. Di çalakiya ku pankarta "Rojava rumeta maye" hat hilgirtin de êrîş bi dirûşme û tilîliyan hatin protestokirin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de Hevserokê DEM Partiyê yê bajarê Rihayê Bekîr Karakeçîlî têkildarî armanca çalakiya nobedê agahî da û destnîşan kir ku divê Kurd li dijî êrîşên li ser Kobanê bibin yek.
'Em bibin yek'
Hevseroka DBP'ê yê Amedê Şîrîn Gurbuz jî axivî û got, "Êrîşên li ser Kobanê jî li vir tên kirin. Em bang li hemû pêkhateyan dikin: Em bibin yek, PDK jî di nava vê de ye. Em berxwedana Kobanê ji sînorê Kobanê silav dikin. Bijî Berxedana Kobanê. Dê ev sal bibe sala azadiya Abdullah Ocalan.
Hevseroka Herêma Dîlokê ya DEM Partiyê Zozan Ayhan jî diyar kir ku ew êrîşan şermezar dikin û berxwedana gelê Rojava silav dikin.
'Em ji bo aştiyê li vir in'
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî diyar kir ku divê her kes li ser vê yekê biaxive û ev tişt got, " Em li vir in. Em li vir in û ji bo aştiyeke mayînde û demokrasiyê têdikoşin. Gelê Kurd dijminatiya tu kesî nekir û nake. Gelê Kurd jî dixwaze azad bijî. Gelê Kurd li Kobanê bedelên mezin da. Li Kobanê li dijî DAIŞ'a hov şer kir. Li vir kes şerê li Rojava qebûl nake. Divê gelê Kurd li Rojava jî bibe xwedî statu. Em li wir piştgiriya gelê xwe yê Kurd dikin. Yekîtî lazim e. Ev bang ji bo hemû gelê Kurdistanê ye. Ger hûn biçin Şamê, divê hûn wek yekîne biçin. Rêvebiriya li wir dixwaze pirsgirêkan bi diyaloga bi Tirkiye û hêzên din re çareser bike. Rojava îro destê xwe yê aştiyê dirêj dike.”
'Em bêdeng nemînin'
Omer Ocalan wiha dawî lê anî , "Ev banga me ji hemû gelên Tirkiyeyê re ye, li hemberî tiştên li Rojava diqewimin bêdeng nemînin. Dem dema parastina tifaqê ye. Dema yekitiya gelê Kurd be, çav û guhên xwe bidin Rojava. Ez bang li hemû partî û hêzên siyasî dikim. Werin em bibin yek."
Daxuyanî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.