Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî lêpirsînê da
- 14:31 23 Kanûn 2024
- Rojane
ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê der barê lêpirsîna li nûçegîhana me Oznur Deger hatiye vekirin de daxuyaniyek da û got, “Bi vekirina lêpirsînê hûn nikarin sûcên ku li hemberî rojnamegeran hatine kirin, veşêrin.”
Nûçegihana JINNEWS'ê Oznur Deger di şopandina nûçeyê de bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs da. Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî lêpirsîna li nûçegîhana me Oznur Deger hat vekirin, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal bertek nîşan da.
Daxuyaniya Meclisa Jinan wiha ye: “Bi vekirina lêpirsîna der barê Rojnameger Oznur Deger a ku bertek nîşanî polîsên ku li hemberî wê daxuyaniyên zayendîperest dan, hûn nikarin sûcên ku we li dijî rojnamegeran kirine, veşêrin. Em careke din ji kesên ku difikirin bi girtina rojnamegeran û vekirina lêpirsînan dikarin wan bitirsînin re dibêjin: Hûn ê bi hêza îrade û rastiyê têk biçin."