Ji girtiyan re qertên ji bo piştevaniyê hatin şandin
- 14:27 17 Kanûn 2024
- Rojane
STENBOL - Bi pêşengiya TÎHV û Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de ji girtiyên li girtîgehê re qertên piştgiriyê hatin şandin.
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiya ÎHD'ê ya Beyogluyê di çarçoveya 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovande ji girtiyên nexweş re qertên piştgiriyê şandin. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, nûnerên TÎHV'ê yên Stenbolê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta "Em ji girtiyên nexweş re qert dişînin" hatin vekirin.
Binpêkirinên li girtîgehan dewam dikin
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de hefteyek e çalakiyan li dar dixin û destnîşan kir ku pirsgirêkên girtiyan li girtîgehan hê jî dewam dikin. Her wiha Gulseren Yolerî da zanîn tecrîd jî rêbazeke îşkenceyê ye.
Piştî daxuyaniyê ji girtiyan re qertên piştgiriyê hatin şandin û çalakî bi dawî bû.