Dayikên Şemiyê daxwaza pêkanîna edaletê kirin

  • 13:46 12 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê vê heftê bal kişandin ser qetilkirina 11 gundiyan û gotin: "Dê tu carî dev ji daxwazên xwe yên edaletê bernedin."
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin bipirsin di hefteya 1020'emîn de bi qurnefîlên sor û wêneyên xizmên xwe li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo 11 gundiyên ku di sala 1993'yan de li navçeya Pasûr a Amedê di bin çavan de hatin windakirin edalet hat xwestin. 
 
Endama Lîjneya Rêveberiya Navendê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen di çalakiyê de axivî. 
 
'Peymana Windayan îmze bikin'
 
Nûray, diyar kir ku gotinên Serokkomarê AKP'ê Erdogan ên "Erkê me ye ku em feraseta bêcezabûnê ji holê rakin û bi lez û bez fikarên civakê yên ewlekarî û edaletê çareser bikin" bi bîr xist û got: "Li Tirkiyeyê pirsgirêka feraseta bêcezabûnê nîne. Pirsgirêka hikûmetê ye ku bêcezakirinê wekî teknîka rêveberiyê bi kar tîne. Em bang li Serokomar Erdogan dikin; eger hûn dixwazin bêcezabûnê bi dawî bikin, pêşî me bibînin û bibhîsin. Kesên ku di bin çavan de hatiye windakirin wek sûç pênase bikin. Peymana Windayan a Neteweyên Yekbûyî îmze bikin û bi cih bînin." 
 
'Tirkiye hat mehkumkirin'
 
Nûray, di berdewamiya axaftina xwe de bi bîr xist ku di navbera 8 û 25'ê Cotmeha 1993'yan de li navçeya Pasûr û hin gundên Mûşê 11 gundî di bin çavan de hatin windakirin û wiha bi lêv kir: "Di operasyona leşkerî ya ku ji aliyê Tûgaya Bolu ya di bin fermandariya Serfermandar Yavuz Erturk de di navbera 8 û 25'ê Cotmeha 1993'yan de pêk hat de, gelek gundiyên ji gund û gundikên belavbûyî yên Qulp û Mûşê hatibûn binçavkirin. Gundî birin herêma nêzî gundê Alaca ya Qulpê ya ku leşker lê bi cih bûbûn. Di tevahiya operasyona ku nêzî 2 hefte dom kir de li wir hatin ragirtin. Di vê demê de malbatên wan ji wan re xwarin birin. Di vê pêvajoyê de hin gundî hatin berdan. Ji 11 gundiyên ku heta roja dawî ya operasyonê di bin çavan de hatin girtin tu agahî nehat girtin. Çend malbat serlêdanên fermî jî kirin negihastin encamekî. Di 29'ê Nîsana 1997'an de derbarê dosyayê de biryara neşopandinê hat dayîn. Lê belê li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a 31'ê Gulana 2001'an Tirkiye berpirs hat dîtin û ji ber ku lêkolîneke bi bandor nekir hat mehkûmkirin." 
 
'Serlêdanên malbatê hat redkirin'
 
Nûray, daxuyand ku di sala 2004'an de li gundikê Kepîrê hestiyên mirovan hat dîtin û bi hewldana malbat û ÎHD'ê ev hestiyên ku hatin dîtin ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hat şandin. Nûray wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di encamê de derket holê ku ev hesî aîdê 11 gundiyên ku hatine windakirin e. Piştî serlêdana Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê, lêkolînek derbarê mijarê de hat destpêkirin. Di rapora ku hat amadekirin de hat diyar kirin ku di operasyonê de hin kes hatin binçavkirin û piştre hatin windakirin em di vê mijarê de îqnane. Bi israra malbatê di sala 2013'yan de lêkolîn hat destpêkirin, îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Amedê ve hat amadekirin, ji aliyê dadgehê ve jî hat qebûlkirin. Derbarê Serfermandar Yavuz Erturk de jî bi daxwaza 11 caran cezayên heta hetayê û 25 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Lê tevî dîtina hestiyên gundiyên di goreke komî de, biryara mehkûmkirinê ya DMME'yê û rapora Meclîsê jî, doza ku li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dihat dîtin, di 19'ê Îlona 2018'an de bi beraeta kiryar bi dawî bû. Serlêdana malbatan a îstînafê jî hat redkirin."
 
'Em edaletê dixwazin'
 
Nûray Çevîrmen, da zanîn ku divê kiryar û berpirsyar bên cezakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çend sal derbas bibin jî, ji bo Mehmet Salîh Akdenîz, Celî Azîz Aydogdu, Behçet Tutuş, Mehmet Şerîf Avar, Hasan Avar, Bahrî Şîmşek, Mehmet Şah Atala, Turan Demîr, Abdo Yamuk, Nusreddîn Yerlikaya, Ûmît Taş hemû windahiyan em edaletê dixwazin. Divê dewlet di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de tevdigere.