'Emê bi rêxistinbûnê bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet'

  • 09:26 7 Cotmeh 2018
  • Ramyarî
AMED- Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Neşe Toprak diyar kir ku li hemberî polîtîkayên şer ên li ser ciwanan, ew dikarin bi rêxistinbûnê bersivê bidin û ji bo rêxistinbûna di bin sîwaneya Ciwanên HDP’ê de bang li ciwanan kir.
 
Li Tirkiyeyê ciwan bi pirsgirêkên girîng re tên rû hev û di serî de jî kalîteya perwerdê, qedexeya perwerda bi zimanê dayikê, deformasyona çandî, betalî, fuhuş û hişbir tê. Pergala kapîtalîzmê ciwanan ji xwe re wek pêlekê dibîne û bi rêbazên şerê taybet, wan wekî kesên  bê îrade, apolîtîk, yên lêpirsîn nakin, bêhêvîtiyê diafirînin dixwaze pêş bixe. Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Neşe Toprak der barê polîtîkayên şer ên li hemberî ciwanan de axivî û da zanîn ku divê bi awayekî rêxistinkirî têkoşîn bê dayîn û banga rêxistinbûnê di bin sîwana ciwanên HDP’ê de kir.
 
‘Pêvajoyeke ku êrîşên zayendîû tecawîz gelek tên jiyîne ye'  
 
Neşeyê bi lêv kir ku di demên dawî de bûyerên tundî, tacîz, tecawiz yên li hember jin û zarokan pir zêde bûn û got: “Ev 3-4 sale em pêvajoyên zehmet dijîn. Em ciwan beşek mezin a civakê ava dikin. Di pêvajoyeke ku êrîşên zayendî û tecawiz  pir zêde tên jiyînê de derbas dibin. AKP’ê gelek qanûnên ku tacîz û tecawizê rewa dike derxistin. Divê em bi hev re bêjin ‘bes e’ û têbikoşin.”
 
‘Divê ciwan di hilbijartinên herêmî de rola aktîf bilîzin’
 
Neşeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo pêşeroja ciwanên kurd divê jinên ciwan derkevin qadê têbikoşin û wiha pê de çû: “Ciwan bi têkoşîna rêxistinkirî dikarin pergalê biguherin. Her kes divê li dijî asîmîlasyonê têbikoşe. Ciwanên bi huner, çand, sporê re mijul dibin divê tevlî têkoşînê bibin . Her wiha divê ciwan di pêvajoya hilbijartinên herêmî de bi awayekî aktîf rol bigirin û di Meclîsên Ciwanan de xwe rêxistin bikin.”