Meclisa Jinan a HDP'ê encamnameya civîna xwe aşkere kir

  • 13:33 4 Cotmeh 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê encamnameya civîna xwe aşker kir û got: “Em ê li dijî polîtîkayên şer û tunekirina destkeftiyên jinan ên AKP’ê, di zemînek hevpar de têkoşîna xwe bi rêve bibin. Li dijî dijminantiya demokrasî û jinan, desthilatdariya zilam û faşîzmê, têkoşîn û berxwedan li hemû qadên jiyanê berdewam dike.” 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamnameya civîna Meclîsa Jinan a di dîroka 28’ê Îlona 2018’an de pêk hat bi raya giştî re parve kir. Di encamnameyê de, hat diyarkirin ku di civînê de, derbarê rojevên heyî de nirxandinên berfireh hatin kirin. 
 
Di encamnameya civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê de wiha hat gotin: “Krîza aborî û bandora krîzê ya li ser jinan, bi şerê li herêmê, tundî û şerê li dijî destkeftiyên jinan tên jiyîn ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de hat gotin ku divê jin têkoşîna xwe mezintir bikin. Awayê birêve birina krîzê, desthilatdariya zilam tengav dike û tundiyê li jinan dike. Ji ber vê heta bêje dijminantiya li dijî jinê tê kûrkirin û tundiya li ser jinê jî  ketober dike. Polîtîkayên ne cezakirinê jî cînayet îstîsmar, tacîz û tecawîzên li ser jinan zêdetir dikin.”
 
'AKP ji bo tevgera jinan ji holê rake êrîş dike'
 
Di encamnameyê de polîtîkayên AKP’ê yên li ser jinan hat nirxandin û wiha hat gotin: " AKP dixwaza destkeftiyên têkoşana jinan ji wan bigire û ji holê rabike. Lê desthilatdariya AKP’ê tim li hemberî têkoşîn û hêza jinê ya ava bûyî gav paşve avêtiye. AKP ji bo tevgerên jinan û femînîstan ji holê rabike, bi awayekê faşîzane û dijminantî êrîş dike. Emê li dijî polîtîkayên tunekirina destkeftiyên jinan di zemînek hevpar de têkoşîna xwe berdewam bikin. Emê tu carî destkeftiyên xwe winda nekin û destketiyên nû li wan zêde bikin. Emê têkoşîna xwe ya bi berxwedan û piştevaniyê ve girêdayî mezintir bikin. Em ê tu carî girtina hevalên xwe yên jin qebûl nekin û em dibêjin demildest divê hevala me parlametera Colemêrgê Leyla Guven bê azadkirin.” 
 
'Tecrîd berfireh dibe'
 
Di dawiya encamnameyê de wiha hat gotin: “Tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kûrtir dibe. AKP’a ku li xwe li ser şer, dagirkerî û êrîşên li Sûriye û Rojhilata Navîn ava kirî, êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd berdewam dike. Tecrîta li ser Birêz Abdullah Ocalan bi awayekê sistematik her roja diçe mezintir dibe. Ev tecrîta li ser Ocalan belavî hemû civakî hatiye kirin. Ji bo ku rêyên demokratîk û aştiyane li welat bên vekirin, divê em li dijî tecrîta li ser Birêz Ocalan derkevin. Li dijî dijminantiya demokrasî û jinan, desthilatdariya zilam û faşîzmê, têkoşîn û berxwedan li hemû qadên jiyanê berdewam dike û dê bidome.”