Pervîn Buldan: Wê jin carekedin mohara xwe li hilbijartinan bidin

  • 12:56 28 Îlon 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan, di civîna meclîsa jinan a HDP'ê de axivî û wiha got: "Wê qeyûm biçin û HDP bê.Jin wê carekedin mohara xwe li hilbijartinan bidin." 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî geşedanên siyasî û rêxistinî plansaziyên pêşerojê yên hilbijartinên rêveberiyên herêmî li navenda HDP'ê bi jinan re civîn pêk anî.. Axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka  HDP'ê Pervin Buldan ve hat kirin. 
 
'Divê biryar ji bo Leyla Guven jî bikeve meriyetê'
 
Pervîn, anî ziman ku polîtîkayên AKP’ê yên dijminantiya jinê berdewam dikin û dê bidomin û wiha got: “Em di serdema nû de armanc dikin ku parlamenterên jin û hemû rêveber hem li qadê û hem jî li her qadên jiyanê bibin vîn û dengê jinan. Ez dixwazim bejim parlamentoya vîna jinê lê tune be dê dîsa parlamentoyek kêm be. Wekîla me ya Colemêrgê Leyla Guven hêj girtî ye. Enis Berberoglu  hat berdan. Em dixwazin biryara ji bo Berberlîoglu ku hat dayîn ji bo Leyla Guven jî bê dayîn." 
 
'Efûya di rojevê de xizmeta aştiya civakî nake' 
 
Pervîn, bal kişand ser niqaşên Efoyê ku MHP’ê xist rojevê û wiha got: “Dê kî ji vê efoyê sûdê bigire mijara niqaşê ye. Dixwazin bi vê efoyê çeteyan û mafya serbest berdin. Dixwazin qatîlan serbest berdin. Ev yek dê ji aştiya civakî ya Tirkiye re xizmetê neke. Dê rewşa kesên ji ber fikrên xwe girtî dîlgirtî çawa bibe? Dê rewşa girtiyên siyasî, wekîlên jin, Leyla Guven, Figen Yuksekdag, Sebahat Tuncel çawa bibe? Ji ber vê yekê divê sînorê efoyê bêtir berfireh be. Divê xizmetê ji aramî û aştiya civaka Tirkiye re bike. Li girtîgehan siyasetmedarên kurd Selahattin Demirtaş, Îdris Baluken, Bekîr Kaya, Tuncer Bakirhan hene. Tenê ji ber ramanên xwe girtî ne. Ev yek nayê qebûlkirin." 
 
'Divê beriya hilbijartinê îtîfaka jinan bê rojevê'
 
Pervîn, anî ziman ku dê di vê civînê de gelek mijaran têxin rojevê û axaftina xwe  wiha bi dawî kir: "Yek ji rojevên me hilbijartina rêveberiyên herêmî ye. Hilbijratina rêveberiya herêmî jinan ji nêzîk ve eleqeder dike. Divê em bêtir xwe bi hêz bi rêxistin bikin. Em dê bi hêz û moral li qadan bin. Bi taybetî em dê şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine paşve bistînin. Qeyum dê biçin û li şûna wan dê HDP bê. Ji ber ku qeyûm tenê saziyên jinan girt, saziyên çand û zimanên kurdan girt û qedexe kir. Em dê van qeyûman bişînin Qiraatxaneyên ku Tayyip Erdogan vekirine. Pêdîvî bêtir ji îtîfaqa jinan heye. Ne tenê şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine, li metrepolan jî em dê îtîfaqa jinan ava bikin. Di vê serdemê de bêtir pêdivî ji îtîfaqa xurt a jinan heye. Em de koalîsyona AKP- MHP'ê li metrepolan lawaz bikin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li girtîgehê pirtûka “Renê Xemrî yê Siyaseta Kurd" derxist. Divê hemû jin li pirtûkê xwedî derkevin. Ev pirtûk dê rê nîşanî têkoşîna jinan bide."