Li hember biryara DMME’yê bertek: Piştevaniya hevpar a serdestan

  • 09:04 28 Îlon 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, serlêdana ji bo îşkence û pêkanîn xirab ên li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li DMME’ê kiribû hat redkirin. Parlamentera HDP’ê Huda Kaya diyar kir ku biryar di encama piştevaniya hevpar a serdestan de hatiye dayîn û Meral Daniş jî got Girava Îmraliyê wek qutiya girtî hatiye veşartin.
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya di 2010’an de ji bo îşkence û pêkanînên xirab  kiribû, red kir. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Huda Kaya bertek nîşanê biryarê dan.
 
‘Tecrîd îşkence ye, biryara DMME’ê vê rastiyê naguhere’
 
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş got biryara red ya DMME’ê daye tê wateya ku xwe înkar dikin û got: “Bi tu awayî ev nayê qebûlkirin. Tecrîda niha li gira Îmraliyê li hember Birêz Ocalan pêk tê di tu rêbaz û pêkanînê hiqûqê de cih nagirin. Ev encama biryara siyasî ya li ser şexsekî ye. Tecrîd teqez rêbazek îşkencê ye. Ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve jî redkirin vê rastiyê naguhere.”
 
‘DMME bi lez alî diguhere’
 
Meralê di berdewamiyê de destnîşan kir ku biryarên di demên dawî de DMME dide divê bikevin bin kontrolê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DMME’yê alî guhertiye. Dîreksiyona xwe ji hiqûqê dur xistiye. Mixabin Dadgeha Mafêm Mirovan a Ewropayê ji felsefa damezrandin û armanca xwe dur ketiye. Ger welatên endamên Ewropayê di vî alî de daxwaza wan tunebe, di vê biryarê de ne hevpar dibin divê teqez bibin xwedî helwest.”
 
‘Vegotina vê tune ye’
 
Meralê bi lêv kir ji bo serlêdana di 2010’an de hatiye kirin bersiva neyînî hatiye dayîn û ev jî bêcîdiyetiyek mezine û got: “8 sal şûnde îşkenceyê nake rojeva xwe û îfadekirina vê jî nabe. Ne mumkune em vê biryarê qebûl bikin. Ji sala 2010 pêşketinên cidî hatine jiyîn û divê ev pêşketin li ber çavan bên girtin. Birêz Ocalan ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha bu awayî hevdîtinê pêk nayne û tenê hiştine bi birayê xwe re hevdîtinê bike. Em niha tu agahiyê jê nagirin. Gelo li Îmraliyê çi dibe? Rewşa tenduristiya wî çiye? Hikûmet di vê mijarê de çi dike? Îmralî kirine wek qutiyekê.”
 
Biryara wan şermek mezin e
 
Meralê di berdewamiya axaftina xwe de got divê DMME, DDB û hemû mekanîzmayên darazê vê rewşê li gorî îçtîhatên xwe binirxîne û ev di bin berpirsyarî û peywira DMME’ê de ye. Meralê ev wiha dawî lê anî: “Ev biryar şerma herî mezin a sedsala me ye. Mekanîzmayên navneteweyî û dadgehên siyasî di encama polîtîkayên li hemberî Gelê Kurd de van biryaran didin. Ev biryar girêdayê geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn tên jiyîn. Ji ber Birêz Ocalan ne girtiyekî ku tenê xwe temsîl dike ye. Divê ev neyê jibîrkirin.”
 
‘Sûcê mirovahiyê ye’
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî bertek nîşan da û got ji bo serlêdana di 2010’an de hatiye kirin di 2018’an de bersiv tê dayîn û evd jî garabetek hiqûqî ya cudaye û wiha pê de çû: “Em wê jî bihêlin. Niha hatine asta biryar dayînê. Tenê vê li ber çavan bigirin, wê mexduriyeta tê jiyîn, binpêkirina maf û pratîka îşkencê wê bibînin. Piştî pêvajoya çareseriyê şûnde hemû têkiliyên pêre hatin birîn û ev jî bi tena serê xwe sûcê mirovahiyê ye.”
 
Hudayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku biryara DMME’ê biryareke ku zîhniyeta serdest bi hevpartî daye ye û got: “Tenê em ji pratîkên çend salên dawî derkevin rê, ger ev biryar bidana wê binpêkirin û îşkence bidîtana. Biryara DMME’ê mîkana piştevaniya serdestan a polîtîke. Ev biryar li gorî krîterên nirxên gerdunî û mafê mirovan nîne. Emê di alî hiqûqî de vê pêvajoyê bidomînin. Divê demildest dest ji vê polîtîkayê berdin. Divê hevdîtinên bi Birêz Ocalan re pêk bên.”