Li Şirnexê civîna amadekariya hilbijartina herêmî

  • 15:57 26 Îlon 2018
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Nûnerên HDP, DBP û KCD'ê  bi dînamîkên xwecihî yên li herêmê re di civîna "Amedekariya hilbijartinên xwecihî"de hatin gel hev.
 
Di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) de bi tevlibûna dînamîkên xwecihî û saziyên sivîl re civîna " Amedekariya hilbijartinên xwecihî" li Şirnexê hat lidarxistin.  Di cîvîna ku li avahiya HDP'ê ya Şirnaxê pêk hat de parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar,  parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê  Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, hevşaredarên DBP'ê ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, Meclisa Dayikên Aştiyê  û saziyên sivîl tevli bûn. Civîn piştî rêzgiritnê hat destpêkirin.
 
Di cîvîna ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin de, "Polîtîkaya serdema nû ya Muxalefetê", "Xeta çalakiyên li dijî tecrîdê" û mijarên  "Stratejiya rêveberiyên herêmî" hatin destgirtin û niqaşkirin.