‘Em dixwazin bi jinên partiyên din re di xebatên xweser de bibin hevpar’

  • 09:05 26 Îlon 2018
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku li dijî polîtîkayên AKP’ê yên destkeftiyên jinan hedef digirin, ji kolanê bigirin heta Meclîsê li her qadê ji bo xwe rêxistin bikin civîn pêk anîne û dixwazin bi jinên partiyên din re jî xebatên xweser bimeşînin, ji bo vê hewldanên wan hene.
 
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê û berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr diyar kir ku vê demê dixwazin bi jinên partiyên din re bixebitin û xebatên meclîsê vegot.
 
‘Me manîfestoya xwe ava kir’
 
Dîlanê destnîşan kir ku der barê xebatên wê li meclîsê bimeşînin de gelek civîn pêk anîne û got: “Me manîfestoyek jî pêşkêşî rayagitşî kir. Me gelek armanc jî danî pêş xwe. Ji gotinên zayendperest bigirin heta gotinên faşîst, binpêkirina kedê û êrîşên li hemberî jinan me gelek mijar bi jinan re nîqaş kirin û plan û proje danîn pêş xwe.”
 
‘Êrîş ne tesaduf in, polîtîkayek e’
 
Dîlanê her wiha bi lêv kir ku AKP dixwaze rejîmek muhafazakar biafirîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev rejîm dixwaze jinan tune bike. Niha bi hezaran jin ji ber muxalîf û li dijî zilmê ne di girtîgehan de ne. Êrîşên li dijî jinan ne tesaduf in, polîtîk in. Di polîtîkayên AKP’ê de, şîdeta li ser jinan, îstîsmara zarokan,tecawiz û krîzên di nav civakê de dertên pêş. Li dijî vê jin hewce dibînin ku rêxistinbûna xwe ava bikin. Li dijî têkoşîn û îradeya jinê jî tifaqa mêr tê avakirin. AKP li dijî her tiştî bi zîhniyeta mêtînger nêz dibe. Divê her jin jî li dijî vê xeta têkoşînê ava bike û xwe xurt bike.”
 
‘Di partiyên din de xebatên xweser ên jinan nayê meşandin’
 
Dîlanê daxuyakirin ku wê ji kolanê heta malan li her derê têbikoşin û ev tişt anî ziman: “Em ê bi jinên ji baweriyên cuda re wê li dijî faşîzm û zayenperestiyê têbikoşin. Jin ev demek dirêj e li meclîsê rengê xwe datînin holê. Jinên HDP’î heta beriya HDP’ê, jinên DBP’ê jî di meclîs û siyasetê de şopek girîng hiştiye. Destkeftiyên mezin danîne holê. Hewldanên me yên ku em bi jinên partiyên din re xebatan bimeşînin çêbûn lê di partiyên din de xebatên xweser ên jinan ne pêkan e. Bêguman em dixwazin bi hemû jinan re xebatê bimeşînin. Lê heta jin siyaseta xwe ya xweser nemeşînin ev ne pêkan e. Yanî wê ne baş be. Bêguman di van partiyan de jinên ku îdeolojiya femînîzmê esas girtine, xwedî li îradeya xwe derketine hene. Em dixwazin bi wan re bikevin têkiliyê û xebatê bimeşînin. Hewldanên me hene. Lê bersiva vê çi ye em nizanin. Di dema pêş de di nav hedefên me de avakirina platformên jinan heye.”