Pervîn Buldan: Divê her qad wek Qada Galatasarayê bê dîtin

  • 09:05 25 Îlon 2018
  • Ramyarî
STENBOL- Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku Dayikên Aştiyê li pey têkoşîna rewa û mafdar in û wiha got: “Divê li dijî vê feraseta despot her kes, her qadê wek Qada Galatasarayê bibîne. Divê li her qadê aqûbeta windayan bê pirsîn. Em ê vê bikin.”
 
Dayikên Şemiyê di hefteya 704’ê de aqûbeta windayan pirsîn. Di hefteyê 700’î ya çalakiya Dayikên ‘Şemiyê de polîsan mudaxale kiribû û gelek kesên li wir hatin derbkirin û binçavkirin. Çalakiya 700’î ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ve hat qedexekirin. Dayikên ji bo biçin Qada Galatasarayê, li ÎHD’a Stenbolê tên cem hev û ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Çalakiya dayikan di hefteyê 704’î de hat astengkirin û dayikan hewl da li ber avahiya ÎHD’ê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan mudaxaleyê dayikan kirin û destur nedan daxuyanî li ber derî jî bê dayîn. Di mudaxaleyê de gelek kes hatin derbkirin.
 
‘Em dest ji têkoşînê bernadin’
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan mudaxaleya polîsan nirxand û got çalakiya 700’î a Dayikên Şemiyê dikin hincet û hewl didin wan biçewisînin. Pervîn ya ku ew jî xizma windaye, da zanîn ku ji ber daxuyaniyên hikûmet û bi taybet jî wezîrê karê hundi Dayikên Şemiyê ev çend hefteyek rewşek cuda dijîn û daxuyakirin ku wê wek Mirovên Şemiyê , wek Dayikên Şemiyê tu car dest ji têkoşîna xwe bernedin, ji vir şûnde jî ji bo aqûbeta windayan bên cem hev.
 
‘Em li pey têkoşînek mafdar û rewane’
 
Pervînê destnîşan kir ku gotinên wezîrê Karê Hundir yê ji bo Dayikên Şemiyê gotine, hedef digre û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em diyar dikin ku emê tu car destur nedin ku daxwaza lêgerîna maf ya 23 salan ji aliyê wezîr ve bê dawîkirin. Em li pey têkoşînek mafdarin. Ev daxwaza herî rewa a dayikane. Bi şîdetê bersiv didin qêrîna dayikek ku zarokê xwe winda kiriye. Ev despotiye. Li dijî vê feraseta despot wê dayik ji her demê xurtir li qada bin. Divê her kes her qadê wek qada Galatasarayê bibîne. Daxwaza me eve ku her kes bi hestiyar tevbigere.”