Hevserokên HDP'ê: Ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî tu gav nayê avêtin

  • 15:30 17 Îlon 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, têkildarî sala nû ya perwerdehiyê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî tu gav nayên avêtin. 
 
Hevserokên  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Sezaî Temellî, têkildarî perwerdehî û hîndekariya serdema sala 2018-2019'an daxuyaniya nivîskî weşandin.  Hevserokan, anî ziman ku di serdema nû de dîsa tevî gelek pirsgirêken esasî dest bi perwerdehiyê tê kirin û  destnişan kirin ku bi pergala îktidarê ya perwerdehiyê pirsgirêk kûrtir dibin û wiha gotin: "AKP’ê perwerde di destê xwe de kiriye wekî depreşê nivîsê. Xera dike û çêdike, xera dike û çêdike. Kiriye mîna holîka zarokan. AKP li gorî armancên xwe yên siyasal-ideolojik  pergalê ava dike. Bi taybetî xwendekarên jin dûrî perwerdehiyê dikin. Li cihê zarok lê bi cih dibin rastî tacîz û îstîsmarê tên. Tundiya li dijî mamoste û xwendekaran zêde dibe." 
 
Hevserokan bal kişand ser zimanê perwerdehiyê jî û anîn ziman ku ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî tu gav nehatine avêtin û nayên avêtin. Hevserokan da zanîn ku di serî de kurd hemû nasnameyên cuda yên Tirkiye ji zimanê zikmakî dûr in û perwerdehiya dûrî zimanê zikmakî dibînin. Hevserokan xwest her kes mil bidin hev û ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî, demokratîk, bê pere û zanist têbikoşin.