‘Ya hatiya tecrîdkirin ne Birêz Ocalan, îdeolojiya jiyana azad e’

  • 10:14 15 Îlon 2018
  • Ramyarî
AMED - Endama PM’a DBP'ê  Nevriye Çur diyar kir ku bi tecrîda giran a li Îmraliyê tê xwestin ku fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê hepskirin û got divê zêdetir têkoşîn bê dayîn û ev sûc bê teşîrkirin.
 
Endama PM’a DBP'ê  Nevriye Çur derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û destnîşan kir ku ji bo tecrîdê bişkînin wê di qada siyasî de têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘Li hember hemû qadan êrîşek mezin heye’
 
Nevriyeyê anî ziman ku ji roja Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê heta niha li hember fikrên wî êrîş hene û wiha pê de çû: “Bêguman em vê tenê di siyasetê de nabînin. Em li hember tevgerên jinan jî zextan dibînin. Li hember Kurdan jî dibînin li hember ciwanan jî dibînin. Em di êrîşên polîtîkayên asîmîlasyonê de dibînin. Em di hewldana bêdengkirina HDP’ê de dibînin.”
 
‘Tenê Birêz Ocalan nayê tecrîdkirin’
 
Nevriyeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ne tenê bedena Abdullah Ocalan, dixwazin fikrên wî jî dîl bigirin û ev tişt bi lêv kir: “Ewil divê hûn vê yekê fêm bikin. Tenê birêz Ocalan nayê tecrîdkirin. Li her derê cîhanê îdeolojiya jiyana azad a Birêz Ocalan belav dibe. Berxwedana gelê Kurd, tê wateya ku dest ji birêz Ocalan bernadin. Dema vê dibînin jî êrîş dikin. Dizanin ku fikrên Ocalan her ku belav dibin wê em jî nêzî jiyana azad bibin.”
 
‘Em ê vî sûcî her tim teşîr bikin’
 
Nevriyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em van jî bizanin û vê fikrê zêdetir belav bikin. Em bi belavkirina vê fikrî dikarin Birêz Ocalan azad bikin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em ê teşîrkirina vî sûcê bidomînin.”