HDP'ê rewşa girtiya nexweş a bi navê Evrîm li meclîsê vegot

  • 12:07 13 Îlon 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar rewşa girtiya nexweş a bi navê Evrîm ji Wezîrê Dadê pirsî. Peroyê anî ziman ku ji ber şerdên dijwar ên girtîgehê pirsgirêkên tenduristiyê yên Evrîmê zêde dibin. 
 
Parlamentera  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Pero Dundar rewşa Evrim Erdogdu ya ku 4 sal û nîv e li Girtîgeha Jinê ya A1 a Şakranê girtî ye û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê heye ji Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul pirsî. Pero bal kişand ser nexweşiyên Evrîmê yên wekî dil, astim, fitixa piştê û koahê û da zanîn ku ji ber şerdên dijwar ên girtîgehê pirsgirêkên tenduristiyê yên Evrîmê zêde dibin. 
 
Di berdewamiya pêşniyaznameyê de wiha hat gotin:"Ji ber cezayên hucreyê tahliyekirina 1'ê Tîrmehê jî neket meriyetê. Ji ber ku dermanên bi kar tîne bi kortizon e loma hestî û diranên wê lawaz dibe. Evrîmê nayê tedawîkirin."
 
Peroyê ji bo Wezîrê Dadê bibersivîne ev pirsana pirs kir:
 
“*Derbarê pirsgirêkên tenduristiyê yên Evrim Erdogdu ya ku di Girtîgeha Jinê ya A1 a Şakranê de tê girtin, çend serîlêdan hatine kirin?
 
 *Ji aliyê wezareta we ve ji bo nexweşiya Evrim Erdogdu lêkolîn hatiye kirin?
 
*Agahiya ku Evrimê bi ringê birine nexweşxaneyê rast e?
 
*Hinceta zagonî ya ku li Evrimê cezayê hucreyê hatiye birîn çi ye?
 
*Agahiya ku Evrimê ji ber cezayê hucreyê nehatiye tahliyekirin rast e? Heger rast be ji bo tehliyeya Evrimê pêk were hûn ê gavê biavêjin?
 
*Li Girtîgeha Şakranê çend girtî û hikumxwar hene? Di nava wan de çend kesên ku nexweşiya wan giran e hene?
 
*Li Girtîgeha Şakranê çend personelên tenduristiyê dixebitin? Wesfa wan çi ye?
 
*Li tevahiya girtîgehên li Tirkiyeyê çend mahkumên ku nexweşiyên wan giran in hene?