Welatiyên bajaroka Komurê: Çi karê kesê ku me hilnebijartiye li vir heye?

  • 09:39 11 Îlon 2018
  • Ramyarî
SEMSUR - Herî dawî ji bo bajaroka Komurê ya DBP’î qeyûm hat tayînkirin û welatiyên bajarokê bertek nîşan dan û gotin: “Em tu car qeyûm nas nakin, naxwazin. Çi karê vî kesî li vir heye. Me ew hilnebijartiye.”
 
Li Semsurê piştî 4 leşkeran jiyana xwe ji dest da şûnde bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’ di 20’ê Tebaxê de hevşaredarê DBP’ê Huseyîn Yuka hat binçavirin û Cigirê Waliyê Semsurê Adem Kaya wek qeyûm tayînî şûna wî kirin. Di 11’ê îlona 2016’an de dest bi tayînkirina qeyûman hat kirin û destpêkê 28 şaredarî bûn niha ev derket 95’an.
 
Herî dawî di 30’ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariya bajaroka Komur a Semsurê hat kirin. Şêniyên bajarokê bertek nîşanî bûyerê dan.
 
‘Kesekî ji nav gel bû’
 
Dîlan Erbîl ya li gund dijî got hevşaredar bi pirsgirêkên wan re ji nêz ve eleqeder dibû û wiha got: “Welatiyan pir jê hez dikir. Şaredarê me ji xwe ji gundê me bû. Ji nav gel bû. Ji ber vê hewcedariyên vir dizanibû. Kesekî dihat hezkirin bû. Gelek dihat hezkirin. Em ji girtina wî gelek nerehet bûn.”
 
‘Çi karê qeyûm li vir heye’
 
Dîlanê daxwaz kir ku hevşaredarê wan bê berdan û got: “Em piştgiriyê nadin qeyûm. Em wî nas nakin. Em dixwazin kesê ku me hilbijartiye di şaredariya me de be. Bila edelet pêk bê û hevşaredarê me bê berdan. Şaredarê me ne sûcdare. Huseyîn Yuka bi awayekî aktîf di hemû xebatan de cih girt. Me başiya wî dît. Me xerabiya wî nedîtiye. Wî tu carî newekhevî nekir.”