‘Tecrîd û şîdeta li ser jinê ji hev cuda nayê fikirîn’

  • 09:10 10 Îlon 2018
  • Ramyarî
AMED - Endama PM’a DBP'ê  Aliye Kizildamar diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şîdeta li ser jinan ku hatiye asta qirkirinê ne tesaduf e û got bi rakirina tecrîdê re wê astengiyên li pêş destkeftiyên jinan jî rabin.
 
Endama PM’a DBP'ê  Aliye Kizildamar balkişand ser tecrîda giran a li Îmraliyê a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û got tecrîd xwedî bandorek civakî ye û ji ber vê jî divê berfireh bê destgirtin.
 
‘Jin rizgariya civakê ne’
 
Aliyeyê destnîşan kir ku tecrîd herî zêde bandorê li ser jin û destkeftiyên jinan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Abdullah Ocalan derbarê têkoşîna azadiya jinê de gotinên weke ‘Jin parçeyê herî bi tevger û dînamîk a civakê ye’ û ‘rizgariya jinê rizgariya civakê ye’ aniye ziman. Birêz Ocalan di alî pêkhatina nasname û îfadeya jinê de nirxekî pir mezin e. Xwedî pêvajoyeke ku şoreşek zîhnî ya cidî pêk aniye.”
 
‘Şîdeta li hember jinê ji tecrîdê cudatir nayê fikirîn’
 
Aliyeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku jin di sedsala 21’ê de hîna rastî şîdeta sîstematîk tên û ev êdî gihaştiye asta qirkirinê û wiha pê de çû: “Şîdeta li ser jinê ji tecrîdê cudatir nayê destgirtin. Tecrîd û şîdeta li ser jinê ne tesaduf e. Ev berhema polîtîkayek cidî ye. Di şexsê jinê de civak ber bi kaosê ve birine. Rakirina tecrîdê wê di şexsê jinê de dînamîkên civakê bi nirxên xwe yên xweser re bên cem hev.”
 
‘Divê jin dengekî xurt derxin’
 
Aliyeyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku zîhniyeta serdest a mêr roj bi roj xurt dibe û dibe sazî û got: “Çav berdidin destkeftiyên jinan û hewl didin serdestiya xwe xurt bikin. Tecrîd çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Divê jin li dijî tecrîdê dengekî pir xurt derxin holê.”