Meral Daniş Beştaş: Li Girtîgeha Tarsûsê çima îşkenceyê li girtiyan dikin

  • 15:33 6 Îlon 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, bi boneya Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul bibersivîne pirsname da Meclîsa Tirkiyeyê. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, der barê zext û pêkutiyên li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê ya Mêrsînê bi boneya Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul bibersivîne pirsname da Meclîsa Tirkiyeyê. Meralê, anî ziman ku 3 salin li girtîgeha Tarsûsê zext û pêkûtî hene û bi binpêkirina mafan dikeve rojevê deye. Beştaş, da zanîn ku hem malbat û hem jî girtî rastî pêkutiyan tên û wiha got: "Ev zextên li ser girtiyan êdî bûye halekî kronik. Girtiyên ku derbasî avahiya nû bûne, ji ber hêjmar pir zêde ye, girtî li erdê radizê. Tê zanîn ku Midûrê Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê Mahmut Çaça, di sala 1996'an de dema li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 11 girtiyên siyasî di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û 24 girtî birîndar bûn, midûrê 2'emîn bû. Li cihê ku girtîgeh lê hatiye avakirin qada çandiniyê û axa bi bereket e. Lê ji bo avahiya vê girtîgehê 110 milyon 880 hezar TL pere hatiye xerçkirin. Girtîgeh li ser 480 dolim zevî hatiye avakirin. Ev zeviya bi bereket tev talan bûye. Li gorî xalên Makezagona T.C. ya 44-45-56 û 166'an divê dewlet zeviyên çandiniyê û axa bi bereket biparêze û destûr nede ku ji xizmetên din re bikar bîne. Lê zagon hatine binpêikirin û li vir girtîgeh avakirine. 
 
Meralê, ji bo Wezîr Gul bibersivîne ev pirs pirsîn: 
 
* Li girtîgeha Tarsûsê îhlal pir zêde ne û her dem di rojevê dene. Çima wezîr ji vê yekê re çareserî nabîne? 
 
* Îhlalên li dijî girtiyan li gorî lîteratura mafên mirovan îşkence ye. Bi vî rengî li girtiyan îşkence tê kirin. Çima ev îşkence/îhlal nayên astengkirin? 
 
* Çima zêdeyî kapasîteyê gelek girtî di kawîşan de dimînin? 
 
* Mahmut Çaça li Girtîgeha Amedê tev li gelek binpêkirina mafan bûye. Li şûna wî ji peywirê bistînin çima rê li pêş vedikin ku îhlalên din bikin? 
 
* Li vê girtîgehê ihlalên ku li diji rûmeta mirovan gelo polîtîkayên hikûmetê ne? 
 
* Çima mafê girtiyan ê tenduristiyê tê astengkirin. Ji bo estengiya mafan tu lêpirsîn hatiye vekirin ?
 
* Çima destûr nadin ku girtî ava germ, malzemeyên paqijiyê temîn bikin. 
 
* Çima li dijî girtiyên siyasî muameleya keyfî û xerab dikin. Çima tekmîla leşkerî dispêrin wan? 
 
* Çima bi keyfî cezayê dîsîplînê didin girtiyan? 
 
* Çima bi taybetî girtiyên jin rastî pêkanînên xerab tên. Wateya vê yekê çiye? 
 
* Ji bo binpêkirina mafan a li ser girtiyên jin û tevahî girtiyan ji bo lêkolînê heyetek serbixwe dê biçe lêkolîn bike ya na? 
 
* Li gel zagon destûr nadin jî çima girtîgeha Tarsûsê li ser zeviyên çandiniyê ava kirine. Sedema vê yekê çiye?  Der barê perpirsiyarê vê yekê de tu lêpirsîn hatiye vekirin ya na?
 
* Hikûmet di salên dawî de zêde girtîgehan ava dike. Sedema vê yekê çiye?