Remziye Tosûn:Em ê li dijî vê pergalê li ber xwe bidin

  • 10:44 5 Îlon 2018
  • Ramyarî
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun ku pevçûna li taxa Helhel ya Hezeroyê û pêvajoya şewata daristanan vegot, anî ziman ku wê Hezroa ne ya dawî ye, lê ji bo ku bibe ya dawî çi ji destên wan bê ew ê bikin û diyar kir ku ew mecbûr in li dijî vê pergalê têbikoşin. 
 
Di roja borî de li taxa Helhel ya Hezroya Amedê oprasyonek lişekerî hat destpêkirin û piştî operasyona hat destpêkirin di navbera leşker û HPG'yan de Pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 2 kesî jiyana xwe ji dest da û di encama heman operasyonê de ji ber êrîşên hewayî li daristanê şewat derket. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun a ku di nava heyeta çû herêmê de cih git derbarê bûyera li taxa Helhelê de nirxandin kir.
 
'Li her derê şopên guleya hebûn'
 
Remziye diyar kir ku li taxê rewşa piştî şer hebû, li her derê şopên guleyan xuya dikirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nehiştin ku em bikevin qada pevçûn lê pêk hatibû. Piştî ku me israr kir em çûn qadê û me bi gel re hevdîtin kir. Li gorî axaftina niştecihên li taxê cismekî ku gewrî û çavên mirov dişewitîne hatiye avêtin. Kesên ku ji me re ev gotin du jin û mêrên kal bûn. Piştî ku gerwriya wan şewitiye mas xwarine û şîr vexwarine. Piştî wê jî dengê çekan hatiye û pevçûnan dest pê kiriye. Pevçûnê bi saetan berdewam kiriye. Li her derê şopên guleyan hebûn."
 
'Ev berpirsiyariya me ye'
 
Remziye diyar kir ku wan piştre xwestine cenazeyê l iherêmê bigirin û di berdewamiyê de wiha got: "Nehiştin ku em nêz bibin. Lê me israr kir û me xwest ku em cenaze bigirin. Em wekî îradeya gel mecbûr bûn ku li wê cihê xwe bigirin. Ev berpirsiyariya me bû."
 
'Polîtîkaya ya hez bike yan jî terk bike'
 
Remziye diyar kir ku tişta li Hezroyê hat jiyîn ji yên li herêmên din pêk hatin ne cuda ye û wiha got: "Li herêmê leşker wekî ku bibêjin ev der ji me tê pirsîn tevdigerin. Mafê axaftinê nadin kesên din ku biaxivin an jî şîroveyekê bikin. Polîtîkaya ya hez bike yan jî ter bike tê meşandin."
 
'Divê em li dijî vê pergalê li ber xwe bidin'
 
Remziye diyar kir ku ew ê van polîtîkayan bi gel re tê bibin û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Em ê hem van polîtîkayan teşîr bikin û hem jî li dijî wan têbikoşin. Em dizanin ku Hezro ne ya dawî ye, lê ji bo ku bibe ya dawî çi ji destên me bê em ê bikin."