Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo hilbijartinên herêmê dadikeve qadan

  • 09:17 5 Îlon 2018
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama MYK’ê ya HDP'ê  Îlknur Bîrol daxuyakirin ku ew ji xwe bawer in  ku di hilbijartinên herêmî de destkeftiyên xwe şûnde bigirin û got: “Em ê dîsa bi perspektîfa azadîxwaz, wekhev û gel dakevin qadan, taxan û malan. Jin wê ji nû ve destê hev bigirin.”
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê, ji bo rojeva hilbijartina herêmî û xeta têkoşîna pêvajoya nû plan dike rojek berê li avahiya Navenda Giştî bi hevserokên jin re hatin cem hev. Endama MYK’ê ya HDP'ê  Îlknur Bîrol civîn nirxand.
 
‘Em ê ji cihên kêmasî hene dest pê bikin’
 
Îlknurê destnîşan kir ku rejîma yekkesî di şerd û mercên faşîzmê de hemû civak dîl girtiye û krîzê jî gel xizan kiriye û got: “ Xizanî, betalî û têkoşîna jinan mijarên sereke yên civînê bûn. Di rojên pêş de ji bo jinan em ê xetek nû dînin holê. Me kêmasiyên rêxistinbûna xwe dîtin û em ê di demek nêz de van temam bikin, piştevaniyê pêş bixînin. Em ê têkoşîna xwe ji cihê maye bi awayekî xurtir bidomînin.”
 
‘Em ê meclîsên xwe bibin heta taxan’
 
Îlknurê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser mijarek din a civînê û got wan zilma li ser erdnîgariya Kurdan nîqaş kirine û wiha pê de çû: “Em ê li dijî vê zilma tê kirin bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin. Em ê di rojên pêş de bi gelê herêmî re zêdetir bên cem hev. Rêxistina jinan a HDP’ê, hevserokên jin yên HDP’ê û meclîsên jinan wê ligel hev bisekinin û bi hev re tecrubeyên xwe dewlemend bikin û biçin plansaziyek nû.”
 
‘Em ê mafên xwe yê hatine xespkirin ji nû ve bigirin’
 
Îlknurê bi lêv kir ku pratîka qeyûmên hatine tayînkirin li holê ye û zîhniyeta ji têkoşîna jinê tirsiya, ewil saziyên jinan girt û daxuyakirin ku jin ji bo destkeftiyên xwe şûnde bigirin wê xebatek mezin bimeşînin û mafên xwe yên hatine xespkirin bigirin.