Serpîl Kemalbay:Bi hembêzkirina Arant Dînk me rêgezên xwe hembêz kirin

  • 09:15 31 Tebax 2018
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE-Serpîl Kemalbay a HDP’î diyar kir ku di êrîşa li hemberî çalakiya Dayikên Şemiyê de ji bo kurê Hrant Dînk, Arat Dînk nedin dest polîsan li ber xwe dane û wêneyê ku wê demê hatiye kişandin û bûye sembol jî nirxand. Serpîlê got wan bi hembêzkirina Arat Dînk, rêgezên xwe hembêz kirine.
 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay wêneyê di êrîşa li hemberî çalakiya dayikên Şemiyê de hatiye kişandin û bûye sembol nirxand.
 
Serpîlê destnîşan kir ku ev 23 sale li Qada Galatasarayê Dayikên Şemiyê têkoşînek mafdar didin û wiha got: “Dernexistina aqûbeta 18 hezar kesî, nepirsîna hesab a ji kujeran di esasê de rêveberiya Tikriyeyê nîşan dide. Çalakiya 700’î ya Dayikên Aştiyê di heman demê de feraseta dewletê daniye holê.”
 
‘Me rêgezên xwe hembêz kir’
 
Serpîlê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewlet ji çalakiya runiştinê ya nîv saetê jî nerehet dibe û wiha pê de çû: “ Me li wir berxwe da û me xwest em pêkanînên şîdetê yê dijhiqûqî yên polîsan bidin sekinandin. me hewl da em pêşî li panzêrê bigirin. Ez û parlamenter Huda derketin pêşberî panzêrê. Wê navberê çalakiya zincîrê dirêj bû. her kes tevlî bû. mudaxale hat kirin. Dema mudaxalê xwestin gelek hevalên me bigirin. Girtina hevalên me şîdet û îşkence bû. Gelek hevalên me girtin. Herî dawî kurê Hrant Dîng, Arat Dînk û yên derora wî man. Ji bo em Arat nedin me hewl da. Min nizanibû Arat e. Ji ber ez li pişt wan bûm. Me bi hembêzkirina Arat di esasê de rêgehêzên xwe hembêz kir. Me jiyanek civakî çawa pêkane nîşan da.”