Serpîl Kemalbay:Em ê li dijî rantxwiran tifaqa xwe zêde bikin

  • 09:08 29 Tebax 2018
  • Ramyarî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR- Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay daxuyakirin ku fatura krîza aborî li gel tê birîn û kampîtalîzm ji xwediyên sermayeyê re qadên rantê vedike û wiha berdewam kir: “Em dikarin li hember polîtîkayên rantxwir sekna herî rast û samîmî pêk bînin. Ji bo em bi awayekî xurt li pêş vê bisekinin divê em tifaqên xwe bi dînamîkên herêmî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û karkeran re zêde bikin.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay balkişand ser girîngiya dînamîkên herêmî yên li hemberî krîza aborî û ev tişt daxuyand: “Dînamîkên herêmî ji bo HDP’ê li cihekî girîng cih digirin. Li Îzmîr û Tirkiyeyê li hemberî projeyên rast HDP xwedî bernameyek dijkapîtalîst e.”
 
‘Çavkaniyên gel ji şer û çekan re hatin veqetandin’
 
Serpîlê destnîşan kir ku projeyên AKP’ê yên destkeftiyên sedsalî şûnde dixînin hene û bi polîtîkayên îsraf û talankirinê ji niha de ev destkeftî têk birine. Serpîlê ev tişt anî ziman: “Hilbijartinên li pey hev tên kirin rê li ber îstîsmarkirina derfetên dewletê vedikin. Fînansekirina DAIŞ û çeteyan welat ber bi tunebûnê ve biriye. Çavkaniyên gel bi peymanên çekan yên Rûsya û DYA û bi projeyên enerjiya nuklerê tên  têkbirin. Tevî ku her kes krîzê hîs dike, AKP di çapemeniyê de nêrînek din diafrîne. Erdogan tu car ne dij Amerîkayî bû. Her tim têkiliyê wan bi Israîlê re hebû. Divê em wek muxalefet li dijî van pêkanînan polîtîkayên bi bandor biafirînin.”
 
‘Dibêjin bila tişt bi sermayê neyê’
 
Serpîlê di berdewamiyê de bi lêv kir ku Tirkiye bibe cihê ji agir jî dibêjin bila tiştek bi sermayê neyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kapîtalîzm talankirina xwezayê esas digire û xwe li prıjeyên rantê yên herêmî danîne. Li şûna tiştekî nu hilberînin yên heyî jî têk dibin. Em jî dixwazin li hemberî vê derfetên xwe zêde bikin. Em dikarin li hember polîtîkayên rantxwir sekna herî rast û samîmî pêk bînin. Ji bo em bi awayekî xurt li pêş vê bisekinin divê em tifaqên xwe bi dînamîkên herêmî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û karkeran re zêde bikin.”