Di dema nû de gotin, raye û biryar a jinan e

  • 09:08 27 Tebax 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, diyar kir ku ji bo jin di dema nû de di merciyên gotin, raye û biryarê de cih bigirin wê li meclîsê xebatan bimeşînin û got wê hewcedariya xizmeta bi zimanê dayikê jî bibin meclîsê.
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, bi lêv kir ku ji bo pirsgirêkên jinan ên ji ber rolên civaka zayendî dertên holê derkevin holê di dema nû de li meclîsê û li kolanê wê têkoşînê bidin û wiha got: “AKP her tim zextan li ser jinan dike. Beden û nêrîna jinan tune tê hesibandin. AKP bi salane li ser her tiştî zextan pêk tîne. Doza zextan zêde bûye. Her tim zextên li ser jinan zêde dibin. Di pêvajoya OHAL’ê de saziyên jinan hatin girtin. Destkeftiyên jinan tune hatin hesibandin.”
 
‘Divê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin’
 
Salîhayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku faşîzmê civak parçe kiriye û ji hev re biyanî kiriye. Salîhayê ev tişt vegot: “Lê pirsgirêka hemû jinan hevpar e. Divê jin bi awayekî hevpar têbikoşin. Divê di dema pêş de hem li kolanan hem li saziyan û hem jî li meclîsan têkoşîn bi hev re bê dayîn. Divê em xeta têkoşînê ava bikin.
 
Gotin, raye û biryar ya jinan e
 
Salîhayê her wiha ev tişt anî ziman: “Ji bo jin di dema nû de di merciyên raye, gotin û biryarê de cih bigirin divê li meclîsê têkoşîn bê dayîn, ji bo guherînên qanûnî têkoşîn bê dayîn.Ji bo jin xwe bigihînin xizmetên qada cemawerî divê xebat bên meşandin. Ji bo jin bi zimanê dayika xwe xizmetê bigirin jî wê rojeva me hebe.”